1. Haberler
  2. Çand û Huner
  3. Ji Weşanxaneya Sîtavê berhemek nû: Çanda Çiyayî

Ji Weşanxaneya Sîtavê berhemek nû: Çanda Çiyayî

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Pirtûka nivîskar Besîm Baykal a bin navê “Çanda Çiyayî” ji aliyê Weşanxaneya Sîtavê ve hate çapkirin. Pirtûk balê dikişine ser jiyan û çanda berê ku êdî ji nav civakê radibe.

Di vê pirtûka ku ji aliye nivîskar Besîm Baykal ve hatiye nivîsîn de mirov bi rengekî zelal dibîne ku civaka Kurdan a berê bêje hema her tiştê xwe bi xwe çareser dikir.

Mijareke din a ku mirov xweziyê pê de dibe mijara bi hev re jiyanê ye. Bi devê kesên pîr û kal behsa jiyana komînal tê kirin û mirov dibîne ka civakê çawa jiyaneke komînal bi hev re derbaz kiriye û di her warê jiyanê de bi alîkariya hev û du li hemberî zor û zehmetiyan pirsgirêkên xwe çareser kirine û li ser piyan maye.

Her çiqas devera Oremar esas hatibe girtin û berhem ji devê pîr û kalên wê herêmê pêk hatibe jî, ev berhem eynika hemû deverên din ên çiyayî yên Kurdistanê ye. Ji ber ku jiyana çiyayî ya Kurdan xar û jor li her derê wekî hev e.

Pirtûk bi wêneyên rengîn hatiye xemilandin û rengîn hatiye çapkirin.      

Ev berhem ji bo naskirina jiyan û çanda gundewar a deverên çiyayî berhemeke herî baş sûdewer e. 

Berhem ji 306 rûpelan pêk tê.

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Ji Weşanxaneya Sîtavê berhemek nû: Çanda Çiyayî
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *