1. Haberler
  2. Taybet
  3. Jiber krîza îklîmê mirina masiyan a komî dewam dike

Jiber krîza îklîmê mirina masiyan a komî dewam dike

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li behra Wanê ku yek ji wan cihên ku herî zêde ji krîza îklîmê tesîr girtîye û avahê wê bi metreyan paşveçûn heye. Herwiha li jiber kêmbûna ava di rûbaran de mirina masîyan berdevam dike. Pisporan banga hember krîza îklîmê kirin.

Behra Wanê ya ku behra herî mezin a sodayê ya dinyayê ye û gola herî mezin a Tirkiyeyê ya ku rûbera wê 3 hezar û 712 kîlometre çargoşe ye, ji ber kêmbûna baranê di van salên dawîn da paşvekişîna herî mezin rû da. Her ku gol paşve çû, mîkrobialîte û bermahiyên goran li hin deverên di bin avê de ji nû ve derketin. Di Gola Wanê de vekişîna herî mezin li navçeya Muradiye ya Wanê û navçeya Ahlat a Bedlîsê pêk tê. Daneyên ku ji aliyê pisporan ve hatine bidestxistin; Hat îfadekirin ku ji sala 1975an vir ve ziwabûna herî mezin tê jiyîn û bi ziwabûnê re vapor li golê pir zêde bûye.

Li hin navçeyan ji sedî 60 kêmbûnek heye

Endama Fakulteya Mîmariya Peyzajê ya Zanîngeha Wanê Yuzuncu Yilê Pinar Bostan, li daneyên 26 salên dawîn mêze kir û diyar kir ku Wanê sala xwe ya herî germ derbas kiriye û li gor daneyên ku ji metrolojiyê hatin wergirtin li tevahiya Hewzeya Wanê germahî zêde bû. . Bostan her wiha diyar kir ku barîna baranê li hemû îstasyonên pîvandinê yên li Hewza Gola Wanê kêm bûye û destnîşan kir ku li navçeya Muradiye ya Wanê û navçeya Ahlat a Bedlîsê ji sedî 30 kêmbûn çêbûye. Bostan got, “Li peravê zanîngehê jî 5 metre paşvekişîn heye. Di baranê de kêmbûnek berbiçav heye. Ev bandorek cidî li ser ekosîstemê dike. Ji ber van guhertinan li qeraxa golê bi hilmikîna gola Wanê re mezinbûna nebatan zêde bû, li herêmên dûr jî ziwabûneke cidî tê dîtin.
Her ku çem zuwa dibin, mirina masiyan a girseyî dest pê kir

Bi ziwabûnê re ava çeman jî kêm bû. Hawirdorparêz Zeynel Abidîn Çelebî, endamê Platforma Zîlan, bal kişand ser mirina masiyan a li Çemê Zîlan a ku 20 gund û bi hezaran şênî lê dijîn û bal kişand ku projeyên ziwahî û HES’ê xwezayê wêran dike. Çelebî got, “Bi taybetî dema ku li qadên ku HES’ê lê ne dinihêrin, ji ber ku av ji ceryana elektrîkê derbas dibe, hemû molekulên avê dimirin. Ev dibe sedema mirina zindiyan. Ji ber vê yekê ekosîstema wêran bû. “Bi ziwabûnê re ber bi felaketeke mezin ve dest pê kir.”

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Jiber krîza îklîmê mirina masiyan a komî dewam dike
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *