Li Stenbolê jina binavê Demet Arslan ji aliyê hevjînê xwe Sergen Aslan ve hate qetilkirin.
Li navçeya Gazîosmanpaşa ya Stenbolê jina bi navê Demet Arslan (23), a dayîka 2 zarokan, ji aliyê hevjînê xwe Sergen Arslan (26) ve bi çekê hate qetilkirin. Piştî qetilkirina Demetê, Sergen jî xwest întîxar bike.
Dema dengê çekê hat bihistin, polîs û ekîbên tenduristiyê hatin cihê bûyerê. Hate dîtin ku Demet Arslan li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest daye. Sergen Arslanê ku bi giranî birîndar bûbû jî rakirin nexweşxaneyê.
Cenazeyê Demet Arslanê jî bo otopsiyê birin Saziya Tiba Edlîya Yenîbosnaya Stnebolê.
Serhat News
(lg)