1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Jinên Wanî Hember Kuştina Hemcînsên Xwe Bertek Nîşan Da

Jinên Wanî Hember Kuştina Hemcînsên Xwe Bertek Nîşan Da

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li Wanê Jinan Bertek Nîşanî Kuştuna Jinan Dan

Li gor pêzanînên Bîyanetê ku çavdêrîya kuştin û tundîya ser jinan dike, li Tirkîyê di 2021’an de 324 jin hatin kuştin û 532 ji jî rastî tundîya mêr hetine. Herî dawî li navenda bajarê Wanê Zeynep Şenguler di 29 Rêbandanê de li gel Veysel Çoşkun ji alîyê hevjînê xwe ve hat kuştin.

Platforma Jinan ya Wanê derheqê kuştina Zeynep Şenguler li baroya Wanê pres konferansek li dar xist.

Li ser navê platformê Zozan Ozgokçe daxuyanî xwand û got ku Şenguler li navenda bajêr li ber çavê gel, hêzên ewlkarîyê û Walîtîya Wanê hatiye kuştin. Ozgokçe dibêje ku bi sedema polîtîkayên hikumetê yên dîjî jinan li malan, kuçeyan, kargehan, qereqolan, zîndanan û dibistanan tundî û destdirêjî belav bûye.

Endama Platforma Jinan ya Wanê Parêzer Ebru Demîrtepê dibêje ku kuştina herîdawî ew gelek xemgîn kirîye.

“Jiber ku li wê kolanê hejmarek sazîyên dewletê hene û li gel vê yekê ev kuştina jinê pêk hatîye. Divê li her kolanê jîyana jinan dewlet û em biparêzin.”

Hevjînê Zeynepê Mehmet Veysî Şenguler, piştî desteser kirinê li rêveberîya ewlehîyê gotibû ku wî bi mehan kuştina hevjîna xwe plan kiriye û ser navê wê bo zilamên bîyanî peyama şandiye.

Demîrtepe got ku jibo ku kuştina jinan rewa nîşan bidin, hinceta namusê nîşandin. Herwiha piştî bûyere hat zanîn ku kujer Şenguler, li dibistanek dewletê mamosteyê dersa îslamê ye û berya mamostetîye jî melayê mizgeftê bû.

Hêjayî gotinê ku malbata Zeynep Şengulerê û zarokên wê li ser kuştina wê daxuyaniyek bi nivîskî belav kir û bertek nîşanî kujerê wê dan. Heya ku ev raport dihat amadekirin ji alîyê ti karbistan ve çî daxuyanî ne hatibû dayîn.

Jêder : VOA Kurdî

(A-A)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Jinên Wanî Hember Kuştina Hemcînsên Xwe Bertek Nîşan Da
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *