Jîngehparêz Hişyarî Didin ku Paşvekişîna Avên Behra Wanê Didome

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Îsal bandora hişkatîyê li ser herema Wanê dijwar derbaz dibe û li paşvekişîna peravên Behra Wanê didome.

Kêmbûna ava behrê herî zêde li cîhên ne kûr tê dîtin. Herî dawî li bajarokê Artemeta Wanê hat dîtin ku ava behrê nêzî 400 metreyan paşve kişîya.

Hejayî bîrxistinê ye ku di demsala havînê de li bajarokê Erdîşa Wanê jî peravên Behra Wanê nêzî 2 kîlometreyan paşve kişîyabû.

Jîngehparêz Hişyarî Didin ku Paşvekişîna Avên Behra Wanê Didome - 010EBCF6 8800 4A4E 8A2E 2243DB1D2B07 w250 r1 s

Bendewarî hebû ku bi hatina zivistanê şilî dîsa destpê bike û bilindahîya ava behrê were aste berê.

Erdogan Ozel, serokê Komela Aktîvîstên Behra Wanê, dibêje ku tevî destpêkirina zivistanê hin jî li gor hewayê bajarê Wanê baran û berf nebarîye û bandora hişkatîyê berdevam dike.

“Li Tirkîyê yek ji cîhên ku ji krîza îklîmê bandor girtîye, Behra Wanê ye. Îsal jiber kêmbûna şilîyê, Behra Wanê pir paşve kişîya ye û dîyar e ku ev bandora krîza îklîmê ya li tevahîya cîhanê ye.”

Komela Aktivîstên Behra Wanê heya niha li hember qirêjbûna golê çalakîyên cûrbicûr dikirin, lê Ozel dibêje ku niha paşvekişîna behrê bûye mijara herî girîng.

“Mixabin niha zuhabûna behrê bûye metirsîyeke mezin. Divê li ser vê mijarê lêkolîn were kirin. Emê jî jibo balê bikêşînin ser vê mijarê bixebitin.”

Ji alîyê din ve piştî paşvekişîna behrê bajarvanîya Artemetê ya Wanê jî jibo paqijkirina gemara avê dest bi bizaveke nû kir.

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Jîngehparêz Hişyarî Didin ku Paşvekişîna Avên Behra Wanê Didome

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *