Kabîneya Hikûmeta Serokkomariyê îro dicive

featured
ARŞÎV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Di civîna Kabîneya Hikûmeta Serokkomariyê ku îro dê bê lidarxistin de rojeva hilbijartinê, rewşa dawî ya li herêma erdhejê û hin mijarên din wê bên nirxandin..

Kabîneya Hikûmeta Serokkomariyê îro dê bi serokatiya Recep Tayyip Erdogan li Qesra Beştepa a li Enqerê bicive. Di rojeva kabîneyê de ligel du mijarên sereke, projeyên avakirina cihên nû û alîkariyên bo herêma erdhejê jî heye.

Tê payîn ku di civînê de derbarê erdheja 6’ê Sibatê de zanyarî bên dayîn û kêmasiyên hene bên gotûbêjkirin. Herwiha ji nûve avakirina herêmê jî dê mijareke serekî be û kar û xebatên dabînkirina ava vexwarinê û xurekê jî dê bên nirxandin.

Di civînê de çav li rêye Wezîrê Kar Vedat Bîlgîn derbarê zêdekirina meaşê karkeran û pereyê sîgortayê de zanyariyan bide endamên kabîneyê. Her wiha rewşa herî dawî ya li ser bazara zêdekirina meaşê 700 hezar karkerên giştî jî di civînê de wê bê nirxandin.

Li gor zanyariyan ewlekariya sindoqên hilbijartinên 14’ê Gulanê jî yek ji mijara sereke ya civînê ye. (Rûdaw)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Kabîneya Hikûmeta Serokkomariyê îro dicive

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *