Kaçar a KHK’yî: Min ev pêvajo bi têkoşîna rêxistinî derbas kir

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Asya Kaçar di sala 2016’an de bi KHK’ê ji kar hate derxistin û doza wê jî hê li Dadgeha Îdareya Herêmê berdewam dike. Kaçar ku piştî ji kar hate derxistin li Wanê baxçeyeke çayê vekir û li wê derê dixebite. Ew dibêje ku wê ev pêvajoya zor û zehmet, bi têkoşîna rêxistinî derbas kiriye.

Asya Kaçar ku li Nexweşxaneya Ovacik a Dêrsîmê wekî teknîkera tenduristiyê dixebitî, di sala 2016’an de bi Biryarnameya Hukmê Qanûnê (KHK) ji kar hate derxistin. Piştî ku ji kar hate derxistin ew vegeriya cem malbata xwe ya li Wanê û li vir baxçeyeke çayê vekir.

Kaçar a endama Konfederasyona Sendîqeyên Karmendê Cemaweriyê (KESK) ye hêj jî nizane bi çi hincetê ji kar hatiye derxistin. Ew çend hefte beriya ku ji kar were derxistin bo tevli çalakiyek sendiqeyê bibe diçe Îzmîrê. Kaçar, nîqaşeke ku di navbera wê û midûre saziyê de derbasbûye bi me re parvekir û wiha got, “Dema ku bo ez biçim Îzmîrê min ji midûrê xwe dastûr xwest wî ji min re got, ‘Dibe ku van rojan tu ji kar bêy derxistin. Heta navê te di serê lîsteyê de cih digire’ Min ji wî bawer nekir. Wî qet ne dixwest ez biçim Îzmîrê. Di 29’ê Cotmehê de hemû heval li hev digeriyan. Em tev ji kar hatibûn derxistin.”

Beriya ku vegere Wanê, kaçar demekê li Dêrsîmê dimîne. Li wê derê bo ku bikare jiyana xwe derbas bike wesayîta xwe difiroş e û piştî demekê vedigere Wanê.

Kaçar a KHK’yî: Min ev pêvajo bi têkoşîna rêxistinî derbas kir - Kacar a KHKyi Min ev pevajo bi tekosina rexistini derbas kir 2
Asya Kaçar

Kaçar ku behsa zor û zehmetiyên di jiyana xwe de dike wiha axivî: “Aliyê derûnî de ev pêvajoyek gelekî zehmet bû. Dema ez vegeriyam Wanê salekê bi tenê serê xwe ez bê kar mam. Bo jinan ev pêvajo zehmettir bû. Ji ber ku ewilî em ji kar hatibûn derxistin, civakê hêj baş rewşa me nedizanî. Ji me re digotin ‘Çi karê te li vir heye? Qey tu ji ber FETO’yê ji kar hatî derxistin? Çi eleqeya te bi FETO’yê re heye?. Lê me tu tişt nekiribû. Tenê di sendîqeyê de bo parastina mafan me têkoşîn dimeşand”

Dema ew tê Wanê baxçeyekê dibîne û biryar dide ku wê derê ji xwe re bike baxçeyê çayê. Pêşiyê ew gihayên derdorê bi dasê didirû û piştre jî bi diwarên wê derê bi boyaxê şîn boyax dike. Wisa jî navê baxçeyê xwe dike ‘Mavî-Beyaz/Şîn û Spî’

Kaçar ku ev nêzî 6 sale li vî baxçeyî dixebite wiha axivî: “Pêşiyê me li vir xwarin jî çêdikir. Lê ji ber pandemiyê ev rewş guherî. Min baxçe bo 3 mehan kirê kiribû. Pêşiyê min lewheqeke biçûk daliqand. Ez gelek ditirsiyam. Ger ev kar jî ji destê min bûçuya, tu tiştê min nedima. Dema min dengê sîrena polîsan dibihist, ez gelek ditirsiyan lewra cezayê min ê girtîgehê jî hebû. Ji ber îxrackirinê derketina derveyî walat jî ji min re hatibû qedexekirin. Aliyekê pereyê min çû aliyê din jî ez ji ber ketina girtîgehê ditirsiyam.”

Kaçar, got ku sendîqeyê piştgiriya hiqûqî daye wê û doza wê ji hê li Dadgeha Îdare ya Herêmê berdewam dike.

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Kaçar a KHK’yî: Min ev pêvajo bi têkoşîna rêxistinî derbas kir

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *