Erdhejên Mereşê, bandorek li ser Kanyona Tohmayê ya li Meletiyê jî kiriye. Bi vê sedemê serdanên bo vê derê hatiye qedexekirin.
Kanyona Tohmayê ya li navçeya Darende ya Meletiyê piştî erdhejê ji ber ku kevir û zinar ji singê çiyê dikevin xwarê, derfet nema ku bê ziyaretkirin.
Zinarên ku bi tesîra erdhejê hatin xwarê, zirar dan rêya pola û darên li ser guzergeha kanyonê.
Her bi vî awayî ji ber hatina kevir û zinaran, berê Çemê Tohmayê yê rexberî kanyonê diherike, guherî.
Kanyona ku bi hezaran kes bedewiyên wê yên xwezayî ziyaret dikin, ji bo ewlehiyê ji ziyaretan ra hat girtin. (AA)
Serhat News
(lg)
| Tepki verilmemiş
Tepki Ver