Têkoşîna 306 karkerên taşeron ku ji aliyê qeyum ve ji karê xwe yê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hatine derxistin, ev 5 sale berdewam dike. Karkeran duh piştî daxuyaniya xwe ji mîkrofona Serhat Newsê re axivîn. Ew dibêjin, “Pêvajoya ku bo karkerên şaredariyên Bolu û Stenbolê dimeşe, çima bo me nameşe. Gelo bo me çima edalet nîne?”
Têkoşîna karkerên ku ji aliyê qeyûm ji karê xwe yê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hatine derxistin, ev 5 sale berdewam dike. Heta niha gelek sozên ku ji karkeran re hatibûn dayîn, bicih nehatine. 306 karkerên taşeron duh li ber Edliyaya Wanê bi beşdariya Serokê Baroya Wanê Sînan Ozaras û komek parêzeran daxuyaniyek dan çapemeniyê.
Serokê Baroya Wanê Sînan Ozaras ku di daxuyaniyê de axaftinek kir, bibîr xist ku li Wan û Tirkiyeyê ji gelek şaredariyan re kayum hatine diyarkirin û wiha domand: “Diyarkirina kayuman li dijî hiqûqê ye. Her çiqas dadgehê ji bo vegerandina ser kar ya van hevalên me biryar dabe jî, ji ber mulakatên bê usul ew ji kar re nehatine radestkirin. Bi vî awayê hevalên me yên karker hatine mexdûrkirin.”
Piştî daxuyaniyê, ji karkerê taşeron ê bi navê Servet Aslan ji Serhat Newsê re axivî. Aslan destnîşan kir ku ew wekî 306 karkerên taşeron yên Wanê, di sala 2018’an de bi Biryarnameya Biser Huqmê Qanûnê (KHK) ya hejmar 696 mafê derbasbûna qadroyê bidest xistine. Aslan di vê mijarê de wiha berdewam dike: “Piştî bidestxistina mafê qadroyê, 440 karker, di mulakatê de neserkeftî hatin hesibandin û ew nerakirin ser kar. Tevî îtîrazê, ji van 132 karker bi ser biryara dadgehê vegeriyan ser kar. Em 306 karker jî wisa man. Wan a em cardin di mulaqatê de derbas kirin û em dîsa nerakirin kar. Bi tevahî em di 4 mulakatan de hatin derbaskirin û ji her çar mulaqatan jî neserkeftî hatin hesibandin.”
Pirsên mulaqatê yên sosret
Aslan her wiha derbirî ku piştî vê pêvajoyê wan serî li dadgehê daye û wiha axivî: “Piştî mulakatan çar caran dadgeha xwecihî û çar caran jî dadgeha îstinafê derbarê me de biryara erênî da. Lê mixabin tevî biryarên dadgan jî, em nerakirin ser kar. Ma qey ji 306 karkeran yekî jî nedikarî ji mulaqatê derbas bike! Ev ne azmûne. Em dibêjin şanoya mulaqatê ye. Di mulaqatê de ji me pirsên wekî ‘Navê birayê pitika barbieyê çiye? Û Serokê 40 Haramîlera kiye? dihate pirsîn. Lê diviya bu di mulaqatê de derbarê qada me ya kar de pirs ji me bihatina pirsîn.”
Di vê pêvajoyê hin kerkeran jiyana xwe ji dest da
Aslan di berdewamiyê de destnîşan kir ku di vê pêvajoyê de hinek hevalên wan yê ji kar hatine derxistin, jiyana xwe ji dest dane û xemgîniya xwe wiha rawe kir: “Mirina hevalên me gelek xembar bû. Hevalekî me dema karmendên îcrayê çûn mala wî, xwe li ber negirt û qeyrana dilî derbas kir û piştre jiyana xwe ji dest da. Ev rewşeke pir xerab e. Rêveberiya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê her tim hiqûqê binpê dike.”
Aslan didawiya axaftina xwe de bertek nîşanê gotinên Serokê Partiya Buyuk Birlîk Mustafa Destîcî ku ji bo mitînga CHP’ê ya Wanê gotibû: “Dê terorîstan rakin ser kar” da û wiha diyar kir: “Em ne terorîst in. Em xwediyê Wanê ne. Fikrên hemû kesî bo wî ne. Gotina wî, nêrînên wî yên li hemberî me dide nîşandan. Em rê nadin wan. Çi gotibe ez bi eynî şiklî ji wî re vedigerînim.”
‘Tu sûcê min nîne’
Karkerê bi navê Seyîthan Dinçer ku di şaredariyê de wekî hostayê qaportayê dixebitî jî got ku ew rastî cudakariyê hatine û wiha berdewam kir: “Tu sûce min nîne. Min heta niha carekê ji ber trafîkê jî ceza nexwariye. Di vê pêvajoyê de me gelek pirsgirêk jiyan kirin. Min xwes ez biçim derveyî welat lê malbata min destûr neda. Ez dixwazim vegerim ser karê xwe. Em jî dixwazin wekî mirovan jiyan bikin.”
‘Em mafê xwe dixwazin’
Karkereke din a bi navê Elîf Çalişkan jî got ku çar caran ji mulaqatê nehatine derbas kirin û wiha pêde çû: “Mulaqatên me nayên pejirandin. Ev jî rewşekî girêdayî desthilatêye. Ji ber vê jî em tenê mafê xwe dixwazin. Em ji serokkomar daxwaz dikin ku me vegerine ser kar. Pêvajoya ku bo karkerên şaredariyên Bolu û Stenbolê dimeşe, çima bo me nameşe. Gelo bo me çima edalet nîne?”
Serhat News