1. Haberler
  2. Aktûel
  3. KCDP: Di Mijdarê de 30 jin hatine kuştin

KCDP: Di Mijdarê de 30 jin hatine kuştin

featured
WÊNE:WOA
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

KCDP’ê di rapora têkildarî kuştina jinan ya meha Mijdarê de, eşkere kiriye ku 30 jin hatine kuştin.

Platforma Emê Kuştina Jinan Rawestînin (KCDP) rapora derbarê kuştina jinan ya meha Mijdarê ji raya giştî re eşkere kir. KCDP diyar dike ku ev jinên hatine kuştîn piranî li nava mala xwe de hatine kuştin û wiha dibêje: “13 ji wan jinan ji alîyê hevjînên xwe ve, 1 jin ji alîyê hevjînê xwe yê berê, 4 jin ji alîyê evîndarên xwe, 3 jin ji alîyê xizmên xwe, 1 jin ji alîyê birayê xwe û 2 jin jî ji alîyê nasên xwe ve hatine kuştin. Û piranîya wan kuştinan li nav malên wan jinan pêk hatine.”

‘Piştî vekişîna ji Payama Stenbolê kuştin zêde bûne’

KCDP dide zanîn ku piştî ku Tirkîyê ji ‘Peymana Stenbolê’ vekişî, di kuştin û tundîya li ser jinan de zêdebûneke berbiçav çêbûye. Parêzer Îlke Işik, ku li ser destdirêjî û kuştina jinan lêkolîn dike, dibêje ku kuştin û tundîya ser jinan êdî li Tîrkîyê bûye tiştekî asayî.

Işik li ser sedemên wan kuştinan yên di warê derûnî û hiqûqî de lêkolînan dike û wan kuştinan bi sîyaseta Tirkîyê ve girêdide. Derheqê mijarê de Işik wiha axivî: “Tundî û kuştina jinan êdî li vî welatî rastîyeke tirsnak e û ew kuştin zêdetir dibin. Di bingeha van kuştin û tundîyê ser jinan de bikaranîna sîyaseta desthilatîyê cîhekî mezin digire. Çend roj berê li nav kolanên Enqerê em rastî tundîya ser jînan hatin. Bi rastî, desthilata sîyasî wan yan nabîne yan jî qet naxwaze eleqeder bibe.”

‘Jinên Kurd bêhtir zordarî dibînin’

Her wiha ji bilî vê rewşê Işik balê dikişîne ser rewşa jinên Kurd û wiha axivî: “Li Tirkiyeyê bi tevahî jin dibin zordarîyê de ne, lê jinên Kurd jiber hin cûdakarîyan bêtir zordarî dibînin. Em dizanin ku jiber Kurdbûna xwe ew jin rastî destdirêjîya û gelek astengîyan hatine. Li girtîgehan em wê rewşê baş dibînin ku ew rastî gelek neheqîyan tên.”

Sazîyên sîvîl her çiqas di tundî û kuştina ser jînan de zêdebûnekê dîyar bikin jî, Wezîra Xizmetên Civakî û Malbatê ya Tirkîyê Derya Yanik dibêje di kuştin û tundîyê de kêmbûn çêbûye.

Yanik radigîhîne ku di nav 10 mehên sala 2022’yan de 225 jin hatine kuştin, lê di 2021’an de ew hejmar 309 û kuştina jinan % 7 kêmtir bûye. (Dengê Amerîka)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
KCDP: Di Mijdarê de 30 jin hatine kuştin
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *