Kesên ku duh di dema çalakiyên bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatibûn lidarxistin de, li Wan, Gever û Stenbolê hatibûn desteserkirin, serbest hatin berdan.
Duh bi mebesta 24’mîn salvegera derketina Rêberê PKKê Abdullah Ocalan ji Sûriyê, ji aliyê HDP û çend rêxistinên din ve li bajarên Wan, Gever, Amed, Riha, Enqere, Îzmîr û Stenbolê çalakî hatibûn lidarxistin. Di dema van çalakiyan de polîsan mudaxale kiribû û gelek kes hatibûn binçavkirin. Hat ragihandin zêdetirê 100 kesên ku li Wan, Gever û Stenbol hatine desteserkirin, pîştî îfadeyên wan hatine wergiritin, serbest hatine berdan.
Serhat News
Jêder: Rûdaw