Li Wanê cenazeyê 4 kesên di encama şerê erdê de jiyana xwe ji dest bûn, piştî kiryariyên otopsiyê hatin definkirin.
Li navçeya Elbaka Wanê cenazeyên 4 welatiyên ku di encama şerê ji ber erdê di navbera 2 malbatan de derketibû de jiyana xwe ji dest dabûn, piştî kiryariyên otopsiyê bo ku bêne definkirin, radestî malbatê hatin kirin.
Cenazeyên Mehmet û Suleyman Macu li taxa Tepebaşi ya Elbakê, yên Mustafa û Cîhangîr Macu jî li navenda Wanê hatin definkirin.
Li aliyê din, tedbîrên ewlehiyê yên leşkeran jî li gundên Sikranisa Elbakê û Kiroma Colemêrgê ku bûyer lê qewimî bû berdewam in.
Serhat News
(lg)
Mijarên têkildar: