Solên Reşik, ku ji mûyê bizinan tê çêkirin, xwedî dîrokeke 600 salane. Li Wanê hostayê reşikan Mecît Emen ê 51 salî, ev 33 sale vî karî dike. Wî beriya çêkirina reşikan sol temîr dikirin.
Ev kevneşopiya ku niha bi windabûnê re rû bi rûye, bi keda hoste Mecît Emen, hebûna xwe diparêze. Atolyeya wî de piranî jin dixebitin û ev kevneşopiya qedim di destê jinan de cardin zîndî dibe.
Me serpêhatiya Emen û xebata wî, bo rêzdar bîner û şopînerên Serhat Newsê şopand. ‘
Wî reşik di salên 80 de nas kiriye
Destpêkirina Hoste Emen ya çêkirina Reşikan, sosrete. Di salên 80’an de ew hosteya Reşikan Xwişk Sundusê nasdike û çîroka xwe wiha rave dike.
“Xwişka Sunduz li Miksê bû. Wê carnan Reşikên ku çêdikir ji min re dişand da ku em binê wê çêbikin. Rojekê ew hat serdana me. Ji min re got: “Kurê min vî karî bikin û hûnê pare qazanç bikin.” Min ji wê got, ‘Ka bêje em ê çewa pere qezanç bikin? Kî dê van pê bike?’. Dîtina min a dawî bi Sundus ê re ev bû. Dû re mirovên ku reşikên me didîtin, xwestin em ji wan re jî reşik çêkin. Her wiha ekîbên folklorê, hunermend, ekîbên televîzyon û dibisatnan ev ji me xwastin.
Di atolyeyê de 13 jin dixebitin
Emen, niha di atolyeya xwe de li gel 13 jinên ku ji Navenda Perwerdehiya Pişeyî hatine karê xwe didomîne û wiha dibêje: “Me li vir atolyeyek pir dewlemend û mezin vekiriye. Hejmara xebatkaran zêde bûye. Ji derveyê welat sîparîşên me hene. Ev karekî keda destan e. Jin jî rengekî cuda didin karê me. Ev pîşeya bav û kalan e. Kî vî karî bide nasîn hêjayî textîr ê ye.”
Ji Îraniyan heta Koreiyan gelek kes tên serdanê
Emen, derbirî ku ji Îraniyan heta Koreiyan gelek kes hatine serdana atolyeya wî û tevî vê keyfxweşî derbarê pêvajoya çêkirina reşikan de wî van agahiyan dide: “Dema çêkirina reşikan, li gor giraniya nexşî digohore. Ev ji an sê an jî rojek dewam dike. Em reşikan ji mûyê bizinan çêdikin. Emrê mûyê bizinan nêzî 50 salan e. Avê derbas nake. Zû bi zû na rize û bêhn nade. Di aliyê tenduristiyê de jî gelek baş e. Piştî raçandina mû em li gor nexş dibirin. Piştî wê li gor modelê ev diçe ber qalib û binê wê tê çêkirin.”
‘Roja Ûrartuyan, dara jiyanê, nexşên Kurdan’
Her wiha Emen behsê nexşên li ser reşikan tên çêkirin ji kir, ku piranî nexşên Ûrartûyan in û wiha pêde çû: “Em piranî nexşên, Roja Ûrartuyan, dara jiyanê, nexşên Kurdan û nexşên herema Serhedê çêdikin. Her wiha carnan nexşên ku bikir tînin jî em çêdikin. Reşikên jin, zarok û zilaman em çêdikin. Bikirên me ji cihên cur be cur tên. Afyonê heta Sakaryayê gelek bikir xwe digihînin me.”
Jibo mîsogerkirina mafê nav û tesçîlê jî Emen dibêje wan serdanên pêwîst kirine daxwaz kir ku di vê pêvajoyê de rayedarên bajêr piştgirî bidin wî.
Nexşên cur be cur dinexşînin
Ji jinên ku li atolyeyê Reşikan çêdikin Husna Tutar ku pispora pêşveçûna zarokan e, dibêje ku boneya gelek westiya bû dev ji karê xwe berdaye û wê demê di çarçoveya qursên Navenda Perwerdehiya Pişeyî de atolye Emen nas kiriye û bi wî avayî dest bi çêkirina reşikan kiriye.
Tutar, ku 3 meh beriya niha dest bi vî karî kiriye wiha qala xebata xwe dike: “Em mûyê bizinan bikartînin. Di makîneya durênê de piştî karê overlokê qerexên wê çêdikin. Ya herî zehmet nexşandine û em nexşên, Roja Ûrartuyan, baxê tirî û yên din çêdikin.”
Boyaxê kok tê bikaranîn
Yek ji çêkara reşikan jina bi navê Tulîn Kurtuluş jî 3 meh beriya niha dest bi kar kiriye û wiha axivî: “Hem ji ber naskirina Hoste Mecît, li aliyê din jî ji ber ku ev kevneşopî, perçeyek çanda min e, ez pir keyfxweş im.”
Tevî nexşî, Kurtuluş, birînê jî dike û derbirî ku di çêkirinê de ew boyaxê kokê bikartînin. Reng û nexşên reşikan ku gelek xweşik xuya dike, xwedî taybetmendiyekî ye û di destê komek jinan de belavî hemû cîhanê bûye.
Serhat News