KHK’yî yê ji Îdirê ji muxalefetê dixwaze ku bo wan gavekê bavêje

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Welatiye bi navê Hidayet Akay li Îdirê dijî ew piştî hewldana darbeyê ya 15’ê Tirmeha 2016’an de bi KHK’ê ji kar hatiye derxistin. Akay ku wekî hemşîre kar dikir niha bêkar e, hewl dide jiyana xwe bidomîne. Akay ku di nava şevekê de hemû jiyana wî guherî, di hilbijartinan de ji muxalefetê daxwaz dike ku bo wan gavekê biavêjin.

Di 15’ê Tirmeha 2016’an de piştî hewldana darbeyê nêzî 100 hezar karker û karmend bi Biryarnameyên Huqmê Qanûnê (KHK) ji kar hatin derxistin. Di nava civakê kesê ku bi van KHK’han ji kar hatine derxistin wekî KHK’yî têne pênasekirin.

Ev ên ku ji kar hatibûn derxistin di Saziya Ewlehiya Civakî (SGK) de hatibûn deqkirin (fîşleme) da ku nikaribin êdî di tu saziyên cemawerî û sektora taybet de bixebitin.

‘Bila koka darê bixwin’

Serokê Rêxistina Partiya Adalet û Pêşveçûnê (AKP) yê Ispartayê Osman Zabun derbarê KHK’yan de gotibû: “Bila koka darê bixwin”. Her çiqas ev gotin rastî bertekan hatibe jî heta niha hejmareke zêde kesên bi KHK’ê ji kar hatine derxistin, nikarîne vegerin ser karê xwe.

Jibo başkirina vê rewşê û vegera ser kar çavê mexdûrên KHK’ê di hilbijartinan de li partiyên muxalefetê ye. Serokê Giştî yê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu, di daxuyaniyeke xwe de gotibû, dema ew hatin deshilatê wê hemû KHK’yiyan vegerînin ser kar. Lê piştî hin bertekan, wî çerx kir û got tenê hên hiqum nexwarine wê vegerin ser kar.

Pêşiyê ew hatiye sirgunkirin

Welatiyê bi navê Hidayek Akay jî yek ji mexdûrên KHK’ê ye. Akay ê li Îdirê jiyan dike di nexweşxaneyê de hemşîretî dikir. Dema ku wî nûnertiya Sendîqeya Karmendên Tenduristiyê (SES) dikir, pêşiyê wî sirgunê navçeya Tuzlucayê dikin. Li ser biryara dadgehê ew cardin vegidere cihê karê we yê berê. Akay herî dawî di 29’ê Cotmeha 2016’an de bi KHK’ya hejmar 675’an ji kar tê derxistin.

KHK’yî yê ji Îdirê ji muxalefetê dixwaze ku bo wan gavekê bavêje - Igdirli KHKli isci secime giden muhalefetten adim bekliyor 1 1024x615 1

Akay dibêje ku deshilatê xwestiye wan bi birçîbûnê terbiye bike û derxistina xwe ya ji kar jî wekî biryareke siyasî pênase dike.

Ew niha di marketekî de dixwebite û hewl dide debara xwe bi vî şiklî pêk bîne. Akay, piştî ji kar hatiye derxistin serî li nexweşxaneyeke taybet dide û wiha dibêje: “Li ser pergalê dema serlêdanê de qoda 36-37 derketin pêşberîme (Kodên ku dide nîşandan ku ev kes bi KHK’ê ji kar hatiye derxistin, nabe ku cardin bixebite) Wisa kiribûn ku em li her derî kiribûn ‘Şeytan’. Herî dawî li Îdirê di nexweşxaneyeke taybet de ya ku nasê me bû, min dest bi kar kir. Lê pişt re Walî û Midûrê Ewlekariyê, bo ku min ji kar derxe li ser xwediyê nexweşxaneyê pêkutî meşandin. Neçarî ez ji wê derê veqetiyam.”

‘Deshilatê xwestiye me mehkûmê birçîbûnê bike’

Akay, di berdewamiyê de derbirî ku destlihatê xwestiye ku wan a mehkûmê birçîbûnê bike û da zanîn ku bi saya piştevaniya heval û sendîqeya xwe kariye li ser piyan bimîne.

Di nava vê pêvajoyê wekî gelek KHK’yina Akay jî dev ji têkoşîna xwe bernedaye û bo parastina mafê xwe tevli gelek çalakiya bûye. Wî di vê derbarê de ev tişt gotin: “Me ji Stenbolê heta Enqerê meşek lidarxist. Heta em ji Stenbolê gihiştin Enqerê polîsan 10-15 caran em dan rawestandin. Em rastî heqaret û lêdanê hatin. Lê em dev ji têkoşîna xwe bernadin. Ev biryar siyasî ye û di hiqûqê de cihê wê tune ye.”

KHK’yî yê ji Îdirê ji muxalefetê dixwaze ku bo wan gavekê bavêje - Igdirli KHKli isci secime giden muhalefetten adim bekliyor 3 1024x576 1

Helwesta muxalefetê

Di dawiya axaftina xwe de Akay derheqê hilbijartin û KHK’yî ya de jî hin nirxandin kirin. Wî got ku divê muxalefet piştgirî bide wan û wiha pêde çû: “Divê muxalefet bêje ku ev yek derhiquqiyê û nerewaye. Encax bi helweste wiha ya muxalefetê KHK’î dikarin vegerin ser kar. Divê muxalefet di vî warî de bo me gavekê bavê je. Piştî ku deshilat guherî divê ev bê hiqûqî ji holê bê rakirin.”

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
KHK’yî yê ji Îdirê ji muxalefetê dixwaze ku bo wan gavekê bavêje

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *