1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Kiliçdaroglu: Piştî diyarkirina dema hilbijartinê, em ê namzetê xwe eşkere bikin

Kiliçdaroglu: Piştî diyarkirina dema hilbijartinê, em ê namzetê xwe eşkere bikin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglu derbarê diyarkirina namzetê serokkomariyê yê muxalefetê de got ku, eger dema hilbijartinê were diyarkirin,  ew ê maseya şeş alî namzedê xwe yê hevpar yê serokomariyê eşkere bike.

Serokê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu ku tevli bernameyeke televîzyonê ya nêzî CHP’ê bû, got ku îhtîmalek mezin heye ku hilbijartin di Gulana 2023’an de bê kirin. Kiliçdaroglu destnîşan kir ku ew ê di hilbijartinê de bi ser bikevin û piraniya parlamentoyê bidest bixin.

Li ser eşkerekirina namzedê hevpar yê şeş partiyên muxalefetê jî Kiliçdaroglu dibêje ku, namzedê hevpar dê ji aliyê serokên şeş partiyan ve bê diyarkirin.

Kiliçdaroglu her wiha bang li Erdogan kir ku eger dema hilbijartinê diyar bikin, ew ê di nava du rojan de namzedê xwe eşkere bikin.

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Kiliçdaroglu: Piştî diyarkirina dema hilbijartinê, em ê namzetê xwe eşkere bikin
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *