Kiliçdaroglu: Tu kes ji ber nasnameya xwe rastî cudakariyê dê neyê

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Namzetê Serokkomariyê Kemal Kiliçdaroglu di mitînga xwe ya li Wanê de got, “Li vî welatî tu kes ji ber nasname û baweriya xwe dê rastî cudariyê neyê. Ez ê bi temamî dawî li pêkanîna diyarkirina qeyuman bînim.”

Namzetê Serokkomariyê yê Tifaqa Millet Kemal Kiliçdaroglu di mitînga ku li Qada Bêşyola Wanê hatiye lidarxistin de axivî. Li qada mitîngê alên Partiya Keskên Çep hatin daliqandin û slogan hatin berzkirin.

Kiliçdaroglu: Tu kes ji ber nasnameya xwe rastî cudakariyê dê neyê - WhatsApp Image 2023 05 02 at 16.44.53

Beriya Kiliçdaroglu, Şaredarê Bajarê Mezin yê Stenbolê Ekrem Îmamoglu di mitîngê de axaftinek kir. Îmamoglu got, “Edeleta Ekrem jî nabe ya Selahattîn jî nabe. Her kes wekhev e. Înfaza bê daraz nabe ku li ser welatiyan bê ferzkirin. Navê vê hilbijartina azadiyê ye. Navê vê hilbijartina hembêzkirinê ye. Hûn ji hembêzkirin, azadî, wekhevî û demokrasiyê re amade ne?”

Pişt re, Kemal Kiliçdaroglu derket ser dikê û welatiyên tevli mitîngê bûne silav kir. Kiliçdaroglu di axaftina xwe de wiha got: “Ez baş dizanim ku qasî dinyayê pirsgirêk hane. Ez hemû pirsgirêkên we dizanim. Ji mirovên vî welatî re soza min heye. Ez dê ji vî welatî re biratî û aştiyê bînim. Li vî welatî tu kes ji ber nasname û baweriya xwe dê rastî cudariyê neyê. Ez ê bi temamî dawî li pêkanîna diyarkirina qeyuman bînim. Êdî bese, em aramiyê dixwazin. Dînê dewletê edalet e, li cihê ku edalet tunebe aramî jî nabe, bereket nayê, biratî nabe û zarok dê birçî birazên.”

Kiliçdaroglu: Tu kes ji ber nasnameya xwe rastî cudakariyê dê neyê - WhatsApp Image 2023 05 02 at 16.44.52

Di berdewamiya axaftina xwe de Kiliçdaroglu balkişand ser rewşa Emîne Şenyaşar ku li Rihayê nobeta edaletê digire û wiha pêde çû: “Ev birayê we, dê heta edalet were vî welatî têkoşîna xwe bidomîne. Di doza Emîne Şenyaşarê de heta niha 8 dozger hatine guhertin. Ew ji ber tirsa xwe nikarin doz vekin. Ez çûm wê derê, min ew hembêz kir. Pişt re 8 dozger hatin guhertin. Dozgerê 9’emîn doz vekir. Ez dê heta edalet cih were, wê bişopînim.”

Piştî mitîngê girseyê bi sloganan dest mi meşê kir û meş li nava bajêr bidawî bû.

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Kiliçdaroglu: Tu kes ji ber nasnameya xwe rastî cudakariyê dê neyê

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *