Roj bi roj rojnamegeriya Kurdî cihêreng dibe. Yekemîn cerebeya kovara Kurdî ‘Rojî Kurd’ e û di 6’ê Hezîrana 1913’an de dest bi weşanê kiriye. Piştî wê jî her wiha bi dehan kovarên Kurdî yên dîjîtal û çapkirî derketine û jiyana xwe didomînin. Yek ji van kovaran jî ‘Kovara Bar’ e ku di sala 2016’an de dest bi weşana xwe kirib û ji ber sedemên aborî ev demeke nederdiket. Kovar piştî cend salan niha cardin derdikeve pêşberî heskiriyên wêşaya Kurdî.
Her çend di kovarên Kurdî yên xwedî dîroka zêdeyî 100 salî de ziman û edebiyat wek motîfên sereke derketine pêş, lê di van demên dawî de kovarên ku bi mijarên cuda yên wekî zarok, jin, moda, raman, tenduristî û aboriyê jî derketine. Yek ji van kovaran jî ‘Kovara Bar’ e ku di sala 2016’an de dest bi weşana xwe kiriye. Kovara ku ji ber pirsgirêkên aborî piştî weşandina 5 hejmaran neçar ma navberê bide, di sala 2020’an de ji hêla komek din ve dewr hatiye wergirtin û jiyana xwe ya weşanê ji cihê ku lê hîştiye didomîne.
Koma kovarê niha ji 7 kesan pêk tê
Em bi Emerîkê Sidiqayê ku yek ji nivîskarên kovarêye li ser gera edebî ya Kovara Bar, naverok û armancên wê axivîn.
Emerîk destnîşan dike ku kovar di sala 2016’an de ji aliyê komek xwendekaran ve hatiye derxistin û derbarê mijarê de ev tişt bi me re par ve kir: “Kovarê piştî çapkirina pênc hejmaran, ji ber zehmetiyên aborî û ji hev belavbûna komê nikarîbû karê xwe bidomîne û bi neçarî navber da weşanê. Koma me niha ji heft kesan pêk te ku hin ji wan ji Îran û Herama Kurdistana Federal a Iraqê ne. Me biryar da ku vê kovarê derxin. Li şûna navekî nû, bona ku navê Kovara ‘Bar’ zindî bimîne, me navê kovarê neguherand.”
Kovar ji aliyê Sîtavê ve tê çapkirin
Tevî vê biryarê Emerîk, diyar kir ku jiber pêvajoya pandemiyê ku di sala 2020’an de destpê kiribû wan ne kariye hejmara yekan ya kovarê derxin û wiha pêde çû: “Ji ber vê yekê, me karî hejmara yekem di Sibata 2022 de çap bikin. Me kovar li Weşanxaneya Sîtavê çap kir. Helbet di van pêvajoyan de hin zehmetiyên me hebûn. Ji ber zêdebûna bûhayê kaxezê pirsgirêkên me hebûn.”
Helbestên Kurdî û werger tên weşandin
Bi ser mijara naveroka kovarê de jî Emerîk amaje dike ku wan tercîha xwe li ser helbest û wergera Kurdî diyar kiriye û wiha got: “Lê me biryarek wiha da. Me biryar da ku em naveroka wê jî biguherînin. Bi gelemperî naverok dibe çîrok, gotar, helbest. Me tenê li ser helbest û metnê li ser helbestan dest bi nivîsandinê kir. Di dema kirina vê yekê de, me bi piranî rêyek di derbarê wergerê de destnîşan kir. Em karê xwe ji berhemên Tirkî dûr digirin, ji ber ku li herêmê her kes dikare bi Tirkî bixwîne, li şûna ku em helbestên Tirkî wergerînin, me biryar da ku em helbestên girîng ên edebiyata cîhanê vegerînin Kurdî. Em difikirin ku ev lêkolînek rasttir e”
Xebatek kollektîf tê meşandin
Kovara ku cara ewil di Sibata 2022’an de bi 500 heb hejmaran derketiye, ji sê beşan hatiye belavkirin. Lê ji belavkirina kovarê piraniya wê Tirkiye bû. Dosyaya van hejmaran Mueyed Teyb e. Ev xebat li ser vê bingehê ye. Emerîk dibêje, “Di lêkolîna ku me bi heft kesan destpêkir, me di nav xwe de tu wezîfe nekirin.” Emerîkê ku gotinên xwe bi kar tîne anî ziman ku sînorê di navbera parvekirina peywirên kovarê de ne tûj e, ji ber ku xebatên amadekirin û weşandinê kolektîf çêdikin.
Emerîk wiha berdewam dike; “Edîtor an jî wergêr ne diyar e ji ber ku li ser xebateke kolektîf hatiye avakirin. Her kes dikare her tiştî bike, tevî mîzanpaj. Me di çapa yekem de Bar Helbest bi kar aniye da ku navê bar qismen li gor helbestê be. Em vana jî pêşniyar dikin; Ger komek bixwaze kovarekê biweşîne, pir girîngtir e ku ew nav û kovarên berê û wan binesaziyan bi qasî ku ji destê wan tê bigire. Bi kêmanî navek ji bo kovarekê da ku ew salên dirêj di weşanê de bibîne. Heya ku navê kovarê sax be, derhêner kî ye, ne girîng e.”
Giringî li ser helbest û rexneyê ye
Emerîk diyar dike ku ew girîngiyeke taybet didin helbest û rexneyê û wiha berdewam dike; “Di heman demê de em girîngiyeke mezin didin wergerê, herwiha girîngiyê didin gotar û rexneyên li ser helbestê. Ji ber ku em wisa difikirin ku helbest di edebiyata Kurdî de xwedî cihekî mezin e. Em difikirin ku ew xwedî cihekî girîng e. Ji ber vê sedemê em girîng dibînin ku helbestên Kurdî di edebiyata cîhanê jî di nav wergerê de cih bigire.”
Piranî berhemên edebiyata cihanê tên wergerkirin
Emerîk, anî ziman ku Kurd ji her erdnîgariya ku lê dijîn gotar distînin û destnîşan kir ku divê kovarên kurdî bên qebûlkirin; “Em ji her heremê metna distînin, metnê werger distînin. Em ne bi taybetî bijartî ne, lê hevalekî me yê ji Rojhilat ji Başûr di nava ekîba me de heye, ku di lêkolînê de cih girtiye, lê heta niha me nekariye hevkarek ji Rojava peyda bike. Her çend ekîba ku kovarê bi rê ve dibe helbestvan bin jî, em hewl didin ku helbest û wergerên ji kesên cihê lê zêde bikin, ji bo ku cihêrengî hebe ne nivîsên me. Em difikirin û hêvî dikin ku eleqeya li ser helbesta kurdî zêde bibe, kovarên kurdî bêtir bên xwendin û bêtir bên hembêzkirin.”
(lg)