Krîza Aborî li Tirkîyê Didome, Nirxê Lîra bi Berdewa Nizimtir Dibe

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Daketina nirxê lîraya Tirkî (TL) li hember dolarê Amerîkî îro Înê jî bi rengekî rekorî berdewam kir.

Di serê sibeha îro de yek dolarê Amerîkî bi 15.83 TL bû û di nava rojê de asta 17 TL’yî derbaz kir.

Piştî ku dolar asta 17 TL derbaz kir, Bankaya Navendî ya Tirkîyê di warê firotinê de, mudaxeleyî bazarê kir.

Di daxuyanîya Banka Navendî de hat gotin ku, ” Jiber pêkhatinên ne aram ya di bihayên dovîzan de, di warê firotinê de, mudaxeleya rasterast ya bazarê tê kirin.”

Piştî mudaxeleya Banka Navendî yek dolarê Amerîkî bû 16.41 Lîraya Tirkî (TL).

Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan roja Pêncşemê mûçeyê herî kêm ya mehane ji sedî 50 zêde kir û wek 4 hezar û 250 Lîra ($275), dîyar kir.

Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger ya Tirkîyê (DÎSK) dibêje ku nezî 10 mîlyon mirov yan jî dora sê ji yek ya tevahîya hêza kar, di wê asta bingehîn de, dirav qezenc dikin.

Pispor dibêjin ku Erdogan ev zêdekirina nû ya mûçeyê bo alîkarîya dengdêrên ku jiber bilindbûna bihayan ketine nava tengasîyên aborîyê pêk anîye.

Hevdem, ew destnîşan dikin ku ev polîtîkaya nû ewê lêçûnên hilberînê jî zêde bike.

Enflasyona salane ya bihayê hilberînerê di meha Mijdarê de jixwe ji sedî 55 zêde bûbû.

Her wiha aborînas didin zanîn ku kompanî dê neçar bimînin ku bihayên hin lêçûnên zêde bidin ser milên kiryarên xwe û ewê bihayan bi gelemperî zêde bike ku ev jî bibe sedema bilindbûna rêjeya enflosyonê.

Zêdebûna mûçeya herî kêm ya mehane ewê mûçeyên din jî bilind bike, tevî pişesazîyên xizmetên giştî ku nêzî 5 mîlyon kes dixebitin.

Lêçûnên dewletê yên zêde dê zextê ser kêmbûna budceyê bike, ku wezareta darayî pêşbînî dike ku îsal di jerê ji % 3.5’ê dehata navîn ya salane be.

Pispor balê dikşînin ku di demekê de ku daketina nirxê Lîraya Tirkî bi rengekî dîrokî û nedîtî didome; divê Tirkîyê bawerîya veberhêneran ava bike, ne ku wê xira bike.

Li Tirkîyê tenê di vê mehê de nirxê dolarê Amerîkî li hember Lîraya Tirkî du qat, ji sedî 50.5 bilind bûye.

Zêdebûna wê ya di sala 2021’an de jî gehiştiye ji sedî 114’an.

Jêder: VOA

(A-A)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Krîza Aborî li Tirkîyê Didome, Nirxê Lîra bi Berdewa Nizimtir Dibe

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *