Wezareta Karê Navxweyî ragihand ku ji aliyê hêzên ewlekariyê ve li bajarên Amed, Çewlîg, Mûş û Êlihê bi navê “Eren Dorpêç-Payîz-Zivistan-18” operasyonek leşkerî hatiye destpêkirin.
Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu di serdana navçeya Licê ya Amedê de ragihand ku hêzên ewlekariyê li 4 bajaran dest bi operasyoneke leşkerî kirine.
Soylu, da zanîn ku li bajarên Amed, Çewlîg, Mûş û Êlihê ji aliyê fermandariyên heman bajaran ve bi avayekî hevbeş û beşdarbûna 3 hezar û 650 cendirmeyên hêzên taybet, polîsên hêzên taybet, komando û cerdevanan dê operasyona bi navê “Eren Dorpêç-Payîz-Zivistan-18” bê kirin. (Rûdaw)
Serhat News
(lg)