Bi ser biryara Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê, li 5 bajaran di encama serdagirtina malan de 19 kes hatin desteserkirin.
Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamyayê di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de li 5 bajaran polîsan bi ser gelek malan de girtin. Di encama serdegirtinên malan de herî kêm 19 kes hatin desteserkirin.
Di nava kesên hatine desteserkirin de Endama Meclisa Partiyê (PM) a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Bedriye Irmak û Nebahat Çalpan, Halîl Guzel, Bariş Guzel, Ahmet Guzel, Aykut Bozkuş, Cahît Gumuş, Mehmet Ustundag, Yasîn Bahçivan, Samet Ayataç, Kadîr Aytaç û Ramazan Aggoz hene.
Hat ragihandin ku kesên desteserkirî bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê” tên tawanbarkirin û derbasî Midûriyeta Emniyetê ya Enqereyê hatine kirin.
Serhat News