Li Afrîkayê derziya Covid-19ê li milyarek mirovan neketiye

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Dîrektorê Giştî yê WHOyê aşkere kiriye ku li parzemîna Afrîkayê milyarek mirov hene ku bi tenê dozek derziya Covid-19ê jî li wan nekirine û gotiye “Ger ev ferqa di navberê de em nikaribin bigirin, em ê nikaribin qonaxa akûtê bidawî bikin.”

Dîrektorê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî (WHO) Tedros Adhanom Ghebreyesus beşdarî civîna 10an a Komîteya Lezgîn a Covid-19ê ya Rêziknameya Tenduristiyê ya Navnetewî (IHR) bûye û di destpêka civînê de axiviye. Dîrektorê WHOyê bal kişandiye ser newekheviya kurewî û bêedaletiyê ya di derzîkirina Covid-19ê de.

Ghebreyesusî bal kişandiye ser netewperestiya derziyê, polîtîzekirina şewbê û berjewendiyên şexsî yên demkurt û gotiye ev tişt dihêlin verera vîrus bibe û vîrus belav bibe. Ghebreyesusî gotiye, “Di encamê de gelek welat nikarin pêwîstiyên bingehîn ên derziyê bidest bixin an jî hedefên mitewazî pêk bînin.”

Li Afrîkayê derzî li milyarek mirovan neketiye 

Li gorî Ghebreyesusî gotiye, niha li seranserê cîhanê ji 9,4 milyarî zêdetir doz derziyên Covid-19ê li mirovan xistine. Lê 90 welat heta dawiya salê ji sedî 40ê serjimara xwe derzî nekiriye û wi van jî li 36 welatan derzî hîn ji sedî 10ê welatiyan neketiye. 

Li parzemîna Afrîkayê dozek derzî jî ji sedî 85ê serjimarê ango nêzîkî milyarek mirovî neketiye. 

Ghebreyesusî gotiye “Ger ev ferqa di navberê de em nikaribin bigirin, em ê nikaribin qonaxa akûtê bidawî bikin.” 

Jêder: BİANET

(A-A)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Afrîkayê derziya Covid-19ê li milyarek mirovan neketiye

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *