Li Agirî û Çewlikê hejmarek zêde welatî hatine desteserkirin

featured
ARŞÎV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li navçeya Dutax a Agiriyê û navçeya Kanîreş a Çewligê di encama serdegirtinên malan de herî kêm 35 kes hatin desteserkirin.

Li navçeya Kanîreşê ya Çewlîgê vê sibehê leşkeran bi ser gundê Xişokê de girtin û ji bo lêgerîna kesekî 21 salî li hemû malan lêgerîn pêk anîn. Hat diyarkirin ku gelek kes piştî serdagirtinên malê hatine desteserkirin.

Li navçeya Dutaxê ya Agiriyê jî leşker û polîsan bi ser malan de girtiye. Hat ragihandin ku bi piraniya wan ciwan herî kêm 35 kes hatine desteserkirin. Hat diyarkirin ku welatî bi îdiaya “Propaganda rêxistinê” hatin desteserkirin. Navê hin kesên ku li Dutaxê hatine desteserkirin wiha ne: Nevzat Dag, Celalettîn Karataş, Sadik Reşat Îyî, Ahmet Oztaş, Bekîn Polat, Mehmet Ûçar, Îbrahîm Oztaş, Adem Balta, Cemîl Vûral, Celal Altûn, Kasim Yildirim û Aydin Porsuk. (MA)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Agirî û Çewlikê hejmarek zêde welatî hatine desteserkirin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *