Di van salên de wî de li Agiriyê hejmara welatiyên ku koçî bajarên din dikin her diçe zêde dibe. Li vî bajarî di warê tunebûna kar, veguhestin, çandinî, sewalkarî û xizmetên tenduristiyê de pirsgirêk tên jiyandin. Di bin siya van pirsgirêkan de gel hilbijartinan nîqaş dike.
Gelê Agiriyê ev demek dirêje ji gundan koçî nava bajêr dike û ji wir jî koçî metropol rojava dike. Wisa ye ku nifûsê Agiriyê li gor sala borî ji sedî 10, 7 kêm bûye. Lê di van salên dawî de êdî ciwanên Agiriyê berê xwe didin dervayî welat. Ciwanên Agiriyê piranî li gel welatên Ewropayê, koçî welatên wekî Amerîka û Kanadayê dikin. Di nava du salên dawî de zêdetirê 30 hezar kesan koçî derveyî welat kiriye. Ev hejmar qasî nifûsê navçeyên Hamûr û Tutakê yên Agiriyê ye.
Li bajêr ciwanên ku ketine 18 saliya xwe, ji bo derketina derveyî welat dest bi hewldanan dikin. Ciwaneke ku dibêje ew dixwaze biçe Fransayê anî ziman ku wî nikariye biçe dibistanê û bo debara malbata xwe neçere ku derkeve derveyî welat.
Ciwan bê hêvîne
Meriv dema li nava bajêr digere, tenê dikare li ser Cadeya Cumhuriyetê ku cadeya bajêr ya herî qelebelix e, rastî hin ciwanan bê. Ciwanên li vir jî hemû ji jiyanê bê hêvî xuya dikin. Ciwanekî ku em pêre axivîne diyar dike, “Jixwe Agirî her tim xizan bû. Birayê min çûye Amerîkayê. Ji vê saetê şûn ve li vir ti tişt naguhere. Me dev ji hemû tiştî berdaye û bi tu tiştî re jî eleqedar nabim”
Îdîa: Bo biçin derva ji selefxuran pere werdigirin
Ciwanên li vir dibêjin ku bo biçin derveyî welat pere deyn dikin. Hin malbat jî bo ku bikaribin zarokên xwe bişînin derve, milk, erebe, avahî, sewal, di destê wan de çi hebe difiroşin. Ger ev jî têrê neke diçin ber deriyê selefxuran (tefeci). Di wextê vadeyê hat de jî malbat neçarî pereyeke zêde didin van selefxuran. Hin welatî jî îdîa dikin ku bo şandina penaberan bo derveyî welat hin şirketên paravan hatine avakirin. Welatiyek ji Agiriyê di vê derbarê de wiha dibêje: “Tenê ji malbata me zêdetir sed ciwan çûn. Şîrketên paravan têne damezirandin û serê mirov 10-15 hezar Dolarî distînin. Ji buharê vir ve ji sed hezarî pirtir mirov çûne. Ew ji selefxuran pere distînin û wisa diçin. Yê diçin li wir di otelê de dimînin jî hene, yên şerpeze dibin jî”
Esnaf jî bigazincin
Qasî ciwanan, esnafên li bajêr jî bigazincin. Li ser cadeyên bajêr yên herî mezin, dikanên hatine girtin xuya dibin. Dikandareke ku me pê re sohbet kir, diyar dike ku heta nîvro ew gelek caran nikarin sîfteh bikin. Dibêjin aboriya Tirkiyeyê başe. Lê me bat kiriye. Em çûne.”
Tevi van pirsgirêkan gelo dikare çewa rewşa Agiriyê bê guhertin? Me ev pirs ji nûnerên saziyên civaka sivîl pirsî. Serokê Pîşesazên Muteşebîs yên Ciwan ê Agiriyê Mehmet Akbaş di vî warî de behsa potansiyela Agiriyê dike û wiha dibêje: “Potansiyela Agiriyê heye. Divê bernameya pêşveçûnê bê pêkanîn. Lazime dewlet piştgiriyê bide. Bo turîzma zivistan û havînê Agirî xwedî potansiyelê ye.”
Şaredar Sayan gelek weat diyarkiribûn
Li gel vê rewşê bo îstihdamê hin gav jî hatine avêtin di sala 2018’an de ji aliyê dewletê ve bo tekstîlê kargeh hatine vekirin û tê gotin ku nêzî 20 hezar kes dê bikaribin di vir de bixebitin. Her wiha Şaredarê Agiriyê Savci Sayan ku di hilbijartinên heremî yên 2019’an de ji sedî 56 deng wergirtibûn gelek wead diyarkiribûn. Projeya Vadî, Projeya Axuran û fabrîqeyên tekstîlê ji van bûn. Ev sê sale Sayan bûye şaredar. Piraniya welatiyên ku me xizmetên Sayan jê pirsîn neaxivîn. Kismek welatî ji wî razîne, kismek jî wî ne razîne. Piranî ji ber tarifeya veguhestina bajar û paqijiyê hin kes jê razîne. Hinek jî bo ku ji bilî karê şarevaniyê, ew bi tiştên cuda ve eleqeder dibe jê nerazîne. Nîqaşên bi rêveberên Agrisporê, îdîayên derbarê gendeliyên di îhaleyan de hatine kirin. Mijarên sereke yên nerazîbûna welatiyan in.
‘Li Agiriyê Tirs hatiye belavkirin’
Hevserokê Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Agiriyê Mûrat Ozturk, ku me pê re axivî, derbarê xebatên şaredariyê de ev nirxandin kirin: “Li Agiriyê tirs hatiye belavkirin. Mirov nikarin xwe bi rehetî bilêv bikin. Ev sê sale şaredarî di destê (Partiya Dad û Pêşveçûnê) AKP’ê de ye. Bo vî bajarî xizmetek berbiçav nekirine. Şaredarî ji şaredartiyê derketiye bûye deriyê rantê. Heta di navbera wan de ji ber rantê şer derketiye.”
Serokê Rêxistina Partiya Komarî ya Gel (CHP) yê Agiriyê Nîhat Aslan jî di heman derbarê de axivî û got, “Karê şaredariyê, bajarvaniyê. Xizmet e. Çi karê de di nava siyasetê de heye. Mirov hatine tirsandin. Ew hinê parsekçîtiyê hatine kirin. Şaredariyê bo agiriyê ti xezmet nekiriye. Ji bilî alîgirên wan tu kes nikare siûd ji xebatên şaredariyê werbigire.”
Hilbijartin di bin siya aboriyê de maye
Hilbijartinên ku hatiye diyarkirin dê di 14 Gulanê de bêne lidarxistin jî her wiha di rojeva welatiyên Agiriyê de ye. Welatî di bin siya pirsgirêkên aborî de hilbijartinan nîqaş dikin.
Di qehwexaneyan de me bi welatiyan re derbarê hilbijartinê de nîqaş kir. Hinek welatiyên ku diyar dikin ew ê piştgirî bidin Serokomar Erdogan, parastin ku aborî baş e. Hinek kesên ku dijberê Serokomar in jî ji aboriyê nerazîne.
Rewşa Agiriyê di hilbijartinan de
HDP’a ku di hilbijartinên giştî yên 2018’an de li Agiriyê ji sedî 62 ê dengan stendibû, 3 wekîl şandin meclîsê. Li aliyê din AKP’ê ji sedî 29’ê dengan karîbû wekîlekî hilbijêre. Hin welatiyên ku diyar kirin ew ê dengên xwe bidin HDP’ê, anîn ziman ku partiya wan weke hilbijartinên 7’ê Hezîrana 2015’an dê 4 wekîlan bigire. Pêşbîniyên kesên ku dibêjin em piştgiriyê didin AKP’ê ew e ku Tifaqa Cumhur herî kêm du wekîlan destnîşan bike. Di rastiyê de îdiayeke din a welatiyan jî ew bû ku Savci Sayan jî dê bibe namzetê Tifaqa Cumhur.
Ji aliyê din ve CHPya ku di hilbijartinên borî de li bajêr ji sedî 2yê dengan bi dest xistibû, di wê baweriyê de ye ku dê parlamenterekî ji bajêr destnîşan bike. Serokê Parêzgehê Nîhat Aslan diyar dike ku ew di warê herêmî de bi hêz in û di wê baweriyê de ne ku dê di hilbijartinan de wekîlekî bişînin meclîsê. Partiya Demokrasî û Atîlimê (DEVA) jî ji bo gelê bajêr bibe navnîşanek nû.
Serhat News
(lg)