Li Navçeya Bazidê ya Agiriyê bi sedema barîna baranê lêhî rabû, hejmarek mal xerabûn û çend zeviyên çandî jî zirar dîtin.
Li gor agahiyan, li Bazida Agiriyê, şevêdin, ji ber barîna baranê ku pir zêde bûye, lêhî rabû. Di encama lêhîyê de, li gundê Karabûlak, Gurbûlak û Bardakliyê 19 avahî di bin avê de man û çend zeviyên welatiyan yên çandî jî zirar dît.
Hat ragihandin ku li van deveran çûn hatina otomobîlan jî asteng bûye.
Li gor zanyariyan ekîbên hewarçûnê çûne wir û dest bi xebata testpîtkirina zirar û ziyanê kirine.
Serhat News
(lg)
| Tepki verilmemiş
Tepki Ver