Di encama operasyona li hemberî selefkaran de li Agiriyê bersûç hatin binçavkirin. Di dema lêgerîna polîsan de, çek, sened û tapu hatin bidestxistin.
Walîtiya Agiriyê derbarê mijarê de daxuyaniyek weşand û da zanin ku li navçeyên Gîhadin, Bazid û Tutaxê li hemberî selefkaran (tefeci) operasyonek hatiye lidarxistin. Di daxuyaniyê de hate bilêv kirin ku di çarçoveya operasyonê de li 22 cihan legerîn hatiye pêkanîn û di encamê de 16 bersûç hatine binçavkirin.
Her wiha hate diyar kirin ku di operasyonê de, gelek tifekên bi ruxset, çek, senet û tapuyên malan hatine desteserkirin.
(lg)
| Tepki verilmemiş
Tepki Ver