1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Li Amedê dijî wesayita polîsan êrîşa bombeyî

Li Amedê dijî wesayita polîsan êrîşa bombeyî

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li Amedê di dema derbasbûna wesayîta polîsan de, teqînekî rû da û di encamê de hejmarek polîs birîndar bûn.

Li gor agahiyan li bajarê Amedê vê sibê saet di 05:10’an de li ser rêya Mêrdîn û Amedê nêzîka Bazara heywanan di dema derbasbûna wesayîta veguhestina polîsan de teqînek çêbû. Hat ragihandin ku di encam de 9 polîs birîndar bûne.

Piştî agahdarkirinê, tîmên tendirûstiyê û yên polîsan ji cihê bûyerê re hatin veguhestin.

Polîsên birîndar tevî mudaxaleya destpêkê, şandin nexweşxaneyê.

Wezîrê Karê Navxweyî Suleyman Soylu li ser hesabê xwe yê Twîtterê derbarê bûyerê de peyamek weşand û got, “Li Diyarbekirê dema polîsên me bo karê xwe diçûn saet di 05:10’an otomobîleke rawestiyayî bi wesayîta wan ve teqiyaye. Polîsên me yên birîndar bo nexweşxaneyan hatine veguhestin û tên dermankirin.”

Soylu her wiha da zanîn ku 2 kes bi tohmeta vê teqînê hatine desteserkirin û lêkolîn berdewam e.

Parêzgariya Amedê di derbarê mijarê de daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand ku 9 kes birîndar bûne.

Parêzgariya Amedê di daxuyaniya xwe de dibêje “roja 16.12.2022an demjimêr 05:10an de dema derbasbûna minibusa hêzên ewlehiyê wesayîta ku li kêla rê hatiye parkkirin hatiye teqandin êrişeke terorîstî pêk hatiye.”

Li gorî daxuyaniya parêzgariyê 9 kesên ku di minibusa zirxî ya polîsan de bûne ji bo kontrolê rakirine nexweşxaneyan û ti metirsiya jiyanî li ser wan tineye.

Di heman daxuyaniyê hat ragihandin ku di derbarê mijarê de 2 kes hatine desteserkirin. (Rûdaw)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Amedê dijî wesayita polîsan êrîşa bombeyî
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *