1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Li Amedê zêdetirê 2 hezar avahiyan zirar ditîne

Li Amedê zêdetirê 2 hezar avahiyan zirar ditîne

featured
MA
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Platforma Piştevanî û Parastina Bajêr a Amedê ragihand ku li bajêr 2 hezar û 295 avahiyan ji ber erdhejê zirar dîtiye. Platformê her wiha da zanîn ku divê ji van 57 avahî bilez bên hilweşandin.

Platforma Piştevanî û Parastina Bajêr a Amedê tevî Miduriyeta Bajêr a Hawirdor, Bajêrvanî û Guherîna Avhewayê piştî erdhejên Mereşê ku bandor li ser Amedê jî kiribû, dest bi xebatên tespîtkirina xesarê kiribû.

Li Amedê zêdetirê 2 hezar avahiyan zirar ditîne - amd 28 02 2023 platform hasarli bina2

Piştî kiryariyên testpîta xesarê bi dawî bûn platformê li ser hesabên medya civakî daneyê bidest xistine bi cemaweriyê re parve kir.

Li gor vê, li bajêr 22 avahiyên hilweşiyayî, 57 avahiyên divê bên hilweşandin, 2 hezar û 295 avahiyên zêde xesar dîtine, 2 hezar û 236 avahiyên nîv xesar û 25 hezar û 193 avahiyên kêm xesar hene.

Hate tespîtkirin ku li bajêr hêj li 2 hezar û 769 avahiyan tespît nehatine kirin û 8 hezar û yek avahî jî derveyî nirxandinê hatin hiştin. Her wiha hat gotin, 72 hezar û 229 avahî jî bê xesar in. (MA)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Amedê zêdetirê 2 hezar avahiyan zirar ditîne
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *