Li bajarên heremê yên wekî Qers, Erdexan û Erziromê ku berf lê dibare, sir û seqem bi bondor e.
Germahiya hewa li Erziromê di binê sifirê da 7 pile hat pîvan, rê qerisîn û her der bû cemed.
Li Navenda Kaşê ya Palandokenê stûrahiya berfê gihîşt 20 santîmetreyan.
Sir û seqem li bajarê serhedê Qersê jî têsîrek neyînî li ser jiyanê dike. Li bajêr, dar û nebatan ji ber seqemê qiravî (xus) girtin.
Li ser rêya Qers û Goleyê mesafeya dîtinê kêm bû, ajokaran bi zehmetî wesayîtên xwe ajotin.
Li navçeya Sariqamîşê ya Qersê jî germahiya hewayê di binê sifirê da 9 pile hat pîvan.
Li Erdexanê jî hewa sar e û berf dibare. Ji ber berfê her der çîl spî bû, qeşa çêbû. Her çiqas hewa sar be jî li gundan heywan li mêrgê tên çêrandin. (AA)
Serhat News
(lg)