1. Haberler
  2. Taybet
  3. Li bajarokê Erdîşa Wanê kîloya goşt 35 TL tê firotin

Li bajarokê Erdîşa Wanê kîloya goşt 35 TL tê firotin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

NÛÇEYA TAYBET-

Li Wanê ku yek ji navendên girîng ên çandinî û sewalkariyê ye, bi bandora hişkesalî û bihabûnê re hilberîn xilas dibe. Gundiyên ku di kirîna gîha de zehmetiyan dikişînin, neçar dimînin ku sewalên xwe bi buhayek erzan bifroşin goştfiroşan. Ji ber vê yekê kîloya goşt heya 35 TL’an daket.

Felaketên lehî, ziwabûn û herwiha kêm bûna nirxê liraya Tirkî ya li hember pereyê bîyanî, hilberînerên sewalkarîyê li Wanê û bi taybet li bajarokê Erdîşê bandorek neyînî kir. Bazirganên Wanê yên ku debara xwe bi kirîn û firotina sewalan dikin, diyar kirin ku ew îsal neçar man sewalên xwe bi buhayeke pir kêmtir bifroşin goştfiroşan. Wan wiha got: “Em jiber zirarê pêzê xwe nafiroşîn em jî ber qedandina kar û îflas kirinê difiroşîn. “

‘Em nikarin îsal heywanên ku me par kirî bi heman buhayê bifroşin’

Cotkar Ebubekir Sonkalan, diyar kir ku li welêt çandinî û sewalkarî her sal bi paş ve diçe. Ew diyar dike ku sozên ji aliyê desthilatdarê ve tên dayîn êdî zikê wan têr nabin û got, “Her ku aborî xerab dibe, em rastî daxuyaniyan tên. ‘Em lûtkeyê ne, em pir didin’. Lê em rewşê baş dibînin ku bi ev rêveberî nikarê bilind bûna dolarê bisekînîne û aborîya welat sererast bike. Mixabin em rewşa me ya aborîyê her roj ji roja berê xirabtir dibin. Divê niha kîloya goştê golikekê 80 TL’an were firotin, lê niha em di navbera 35 û 40 TL de bi zehmet bikiran peyda dikin. Di vî karî de tenê qesab qezenc dikin.”


Goştfiroş jî gilî dikin

Goştfiroş Bulent Deniz anî ziman ku firotina sewalan îsal li gorî par zêde bûye û got ku ew kîloya goştî bi 35 TL difiroşe. Denîz, diyar kir ku bihayê goştê sor û mirîşkê yek e û got, tevî vê yekê jî daxwaz kêm e. Denîz got, “Em herî zêde goştê dewar û dewaran jê dikin. Ji ber ku firotina heywanan zêde dibe, bihayê goşt jî kêm dibe. Her çiqas bihaya goşt erzan be jî tu daxwazeke ku em li bendê ne. Bi rastî, em pir caran bi zirarê difiroşin. Gundî bi rastî di rewşeke dijwar de ye.”

Nûçeya Taybet: İdris Yilmaz

Werger (A-A)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li bajarokê Erdîşa Wanê kîloya goşt 35 TL tê firotin
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *

Erciş Haberleri