Bajaroka Yolalanê ya Bedlisê ji ber ku bendava gola avdaniyê hilweşiya gelek erdê çandiniyê di bin avê de ma.
Li gor agahiyan, li Taxa Duzkoyê ya li ser bajaroka Yolalanê ya Bidlîsê bendava gola avdayînê hilweşiya, zirar gihîşt bi sedan donim eraziyên çandiniyê, gov û wesayîtan.
Şev dereng dîwarê bendava gola avdayînê hilweşiya tax di binê avê da ma.
Ava çemê ku ji gund derbas dibû ji ser ra avêt 3 traktor û minîbusek di ro da çûn.
Li taxê zirar gihîşt bi sedan donim eraziyên çandiniyê, dar û beran.
Hin gov di binê avê da man û 4 heywan jî telef bûn.
Welatiyan heriya di govan da paqij kir.
Şaredariya Bajaroka Yolalanê, tîmên AFAD û cendirmeyan ji bo tesbîtkirina zirarê dixebitin. (AA)
Serhat News
(lg)