1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Li Bêgiriyê Şahiya Gel

Li Bêgiriyê Şahiya Gel

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Konser, bi berzkirina dirûşmeyên “jin jiyan azadî” û “em rê nadin qeyûman” bi dawî bûnserek li dar xist. Di konsera ku rastî eleqeyeke mezin hat dirûşma “em rê nadin qeyûman” hate berzkirin.

Şaredariya navçeya Bêgiriyê ya Wanê li baxçeyê şaredariyê di çarçoveya”Şahiya Gel” de konserek li dar xist. Komser, rastî eleqeyeke mezin hat û ciwanên navçeyê qada konserê tejî kirin. Di konserê de hunermend Hediye û Azad Bedran derketin ser dikê û bi stranên xwe girse bi coş xistin. Hevşaredara Begiriyê Hediye Sayiner, Hevşaredara Qelqeliyê Sakîne Kûtpinar û gelek kes tev li konserê bûn.

 

Di destpêka konserê de Hevşaredar Hediye Sayiner da zanîn ku bi salan e li Begiriyê xebatên çand û hunerê nehatine kirin û destnîşan kir ku dê xebatên wan ên çand û hunerê bidomin.

 

Piştî axaftinê ewilî hunermend Hediye derket ser dikê û bi stran û kilamên xwe dilê girseyê germ kir. Dû re Azad Bedran dest bi gotina strananan kir û girseyê bi stranên Bedran govend gerand.

 

Konser, bi berzkirina dirûşmeyên “jin jiyan azadî” û “em rê nadin qeyûman” bi dawî bû.

 

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Bêgiriyê Şahiya Gel
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *