1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Li ber Edliyeya Amedê êrîşa çekdarî: Birîndar hene

Li ber Edliyeya Amedê êrîşa çekdarî: Birîndar hene

featured
AA
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li Amedê li ber Adliyeyê dayîkek û du kurên wê di êrîşeke çekdarî de birîndar bûn.

Li gor agahiyan, îro danê êvarî jina bi navê Hayriye T. û du kurên wê yên bi navên Fesîh T. û Mehmet T. li 13’mîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê beşdarî rûniştina dozekê bûn.

Piştî rûniştina dozê li ber deriyê edliyeyê kesekî ku nasnameya wî eşkere nebûye, bi çekê gule li wan reşandin û reviya.

Di êrişê de dayîk û her du kurên wê birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê, tîmên tendirustiyê bo cihê bûyerê hatin şandin û birîndar veguhestin nexweşxaneyê.

Hêzên ewlehiyê derbarê bûyerê de lêpirsîn dan destpêkirin.

Hate ragihandin ku polîs li kesê êrişkar digerin, lê heta niha nehatiye desteserkirin.

Heta niha sedema êrîşê nehatiye zanîn. (Rûdaw)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li ber Edliyeya Amedê êrîşa çekdarî: Birîndar hene
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *