Li paytexta Çînê Pekînê lehî rabû. Di encama lehiyê de 11 kes mirin û 27 kes jî winda bûn.
Li paytexta Çînê Pekînê baraneke zêde bariya. Ji ber barana zêde li gelek deverên bajar lehî rabûn. Di karesata lehiyê de 11 kes mirin û 27 kes jî winda bûn. Hat zanîn ku ji kesên mirîn 2 jê xebatkarên rizgarkirinê ne.
Xebatkarên lêgerîn-rizgarkirinê ji bo dîtina 27 kesên winda bûn, xebatên xwe yên li herêmê didomînin.
Hat ragihandin ku ji kesên winda 4 jê xebatkarên lêgerîn-rizgarkirinê ne. (MA)
Serhat News
| Tepki verilmemiş
Tepki Ver