Li Colemêrgê 3 kes bi hinceta ‘Propagandayê’ hatin girtin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Ji 24 kesên ku li Colemêrg û navçeyên wê hatibûn destserkirin, 3 kes bi hinceta “Propagandaya rêxistinê” hatin girtin.

Li Colemêrgê û navçeyên duh ekîbên girêdayî Midûriyeta Ewlekariya Colemêrgê bi ser 57 malan de girtibû. Di encama serdagirtinan de herî kêm 24 kes hatibûn desteserkirin.

Ev kesên ku bi hincetên “Propagandaya rêxistinê” û “Endamtiya rêxistinê” hatine desteserkirin piştî karbûbarên fermî yên li Midûriyeta Ewlekariyê ji Serdozgeriya Komarê ya Colemêrgê hatin veguhestin.

Li vir piştî ku îfedeya wan ji aliyê dozger ve hate wergirtin, welatiyên bi navê Gokhan Aksu, Fatma Yigit, Omer Çitak, Asiye Rojbin Şahinoglu, Berdan Ozdel, Remziye Urgun, Yusuf Şahinoglu, Helîn Yigit, Vedat Dogan, Bariş Kameri, Bedran Ogmen, Ferdi Guneyli, Mehmet Erbaş, Fatih Akbaş, Bunyamîn Seven, Fikret Sayin, Mehmet Seven, Fatih Kurt, Fedakâr Toregun û Agit Kaya serbest hatin berdan.

Lê belê dozgeriyê Serhat Kurt, İzzet Akdoğan û xebatkarên Partiya Çepên Kesk Naif Beyter û Musa Yiğit jî bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kir. Dadgeriya Sulh Ceza Serhat Kurt, Naif Beyter û İzzet Akdogan bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” girt û Mûsa Yîgît jî bi şertê kontrola edlî serbest berda. (MA)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Colemêrgê 3 kes bi hinceta ‘Propagandayê’ hatin girtin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *