Li Colemêrgê operasyona leşkerî

featured
MA
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li navçeya Gever a Colemêrgê, operasyona ku çend roj beriya niha hatibû destpêkirin, bi avayekî berfirehbûyî didome.

Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamyayê gelek gund û mezrayên bajaroka Bajêrgeyê ya Gevera Colemêrgê ev hefteyeke operasyonên leşkerî tên lidarxistin. Di nav hefteyekê de destpêkê li gundên Şîşemzîn, Xurekana Seyida, Xurekana Temo û li qada Astenga Reş operasyonan dest pê kir. Piştre operasyon bi dorê berbelavî gundên Dirbêsan û Dotkanê bûn. Herî dawî jî 4 roj beriya niha gundê Qesranê yê bajaroka Bajêrgeyê ji aliyê leşkeran ve hat dorpêçkirin. Hat hînbûn ku ji Geverê hêzên teqviye derbasî gundê ku li ser sînorê Îranê bûye û li vir jî operasyona leşkerî hatiye destpêkirin.

Li gor ajansê ku spartiye çavkaniyên herêmî, li gundê Qesran ê tenê du malbat lê dijîn û ev 7 sal in weke “herêma ewlehiyê ya taybet” hatiye îlankirin, li ber derê her malekê wesayîtek zirxî hatiye bicihkirin. Herwiha hat hînbûn operasyon bi giranî li deverên gundên mîna Mêvan Ava, Dola Gota, Çiyayê Kotol, Çîlîka Xirabe û Kora Çalê didome.

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Colemêrgê operasyona leşkerî

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *