Li Colemêrgê Walîtiyê heta 15 rojan çalakî qedexe kirine

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Walîtiya Colemêrgê li seranserê bajêr meşên xwenîşandanê, civînên çapemeniyê, çalakiyên rûniştinê û yên weke wan, heta 15 rojan qedexe kirine.

Walîtiya Colemêrgê bi daxuyaniyekê aşkere kiriye ku li seranserê bajêr meşên xwenîşandanê, civînên çapemeniyê, çalakiyên rûniştinê û yên weke wan, heta 15 rojan qedexe kirine.

Biryara qedexeya çalakiyan wê heta 17ê Sibatê saet 23.59 deqîqeyan dewam bike. Bernameyên ku walîtî û qaymeqamiyan erê kirine wê ne qedexe bin. 

Walîtiyê li ser malpera xwe ya fermî ev biryar weşandiye û bi van gotinan sedema qedexeyê ragihandiye: “Ji bo ewlehiya netewî, rêk û pakiya  civakê, pêşî li sûcan bigirin, maf û azadiyên kesên din biparêzin, tenduristiya giştî biparêzin, pêşî li belavbûna koronavîrusê bigirin û nehêlin provokasyonên ihtimal û bûyerên civakî pêk werin.”

Jêder: Bianet

(A-A)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Colemêrgê Walîtiyê heta 15 rojan çalakî qedexe kirine

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *