Wezareta Karên Navxweyî ragihand, li Dêrsîmê bi beşdariya 881 personelî “Operasyona Eren Abluka Payîz-Zivistan-13” hat destpêkirin.
Di daxuyaniya xwe de wezaretê destnîşan kiriye “Operasyona Eren Abluka Payîz-Zivistan-13” li çoltera Dêrsîmê, ji aliyê rêveberiya Fermandariya Cendirmeyan ya Dêrsîmê ve tê birêvebirin
Her wiha wezaretê ragihand ku 65 tîmên operasyonel ên ji 881 personelê ewlekariyê yê ji JOH, POH, JAK, komandoyên cendirme û cerdevan tevli operasyonê bûne.
Serhat News
(lg)
Jêder: AA
| Tepki verilmemiş
Tepki Ver