Trend Nûçe

YSK: Li derveyî welat heta niha zêdetirê 1 milyon û 650 hezar deng hatine bakaranîn
Bi Dîmen

Ji partiyên siyasî yên li Wanê bangawazî: Teqez herin ser sindoqê

25 ئایار 2023
0

Li Tirkiyeye hilbijêr dê bo tura duyemîn ya hilbijartinên serokkomariyê di 28’ê Gulanê de biçin ser sindoqan. Partiyên siyasî yên...

Read more
Rejîma Îranê 8 welatî darvekirin

Rejîma Îranê 8 welatî darvekirin

25 ئایار 2023
Li Wanê minîbûsa sporkaran qelibî: Gelek kes birîndar bûn

Di encama qezayê de li Sêwasê 4 kes mirin

29 ئایار 2023
Welatiyekê li Wanê ji ber pirsgirêka aborî xwe kuşt

Welatiyekê li Wanê ji ber pirsgirêka aborî xwe kuşt

27 ئایار 2023
Qedexeyên tûra duyan yên hilbijartina serokkomariyê vê êvarê dest pê dikin

Qedexeyên tûra duyan yên hilbijartina serokkomariyê vê êvarê dest pê dikin

27 ئایار 2023
چوار شه‌ممه‌, ئایار 31, 2023
  • TürkçeTürkçe
  • EnglishEnglish
  • Çûna Nava
  • Reklam û Hevkarî
  • Ewlekarî Tektîk
  • Agahhesînî
Serhat NEWS
  • Taybet
  • Aktûel
  • Aborî
  • Dîmen
  • Jîngeh
  • Çand û Huner
No Result
View All Result
  • Taybet
  • Aktûel
  • Aborî
  • Dîmen
  • Jîngeh
  • Çand û Huner
No Result
View All Result
Serhat NEWS
No Result
View All Result

Destpêk » Li dijî desteserkirina, rojnamevan, hunermend, parêzer û siyasetmedaran berteka navnetewî

Li dijî desteserkirina, rojnamevan, hunermend, parêzer û siyasetmedaran berteka navnetewî

EdîtorbyEdîtor
26/04/2023
in Aktûel, Hemû Nûçe
A A
2
Li dijî desteserkirina, rojnamevan, hunermend, parêzer û siyasetmedaran berteka navnetewî

RÛDAW

Li ser Facebook'ê Parve BikeLi ser Twitter'ê Parve BikeLi ser Whatsapp'ê Parve Bike

18 saziyên navnetewî ku di nav de rêxistinên çapemeniyê jî hene, bertek nîşanê operasyona ku duh li 21 bajaran hatibû lidarxistin da. Rêxîstinan daxwaz kir ku , rojnamevan, hunermend, parêzer û siyasetmedarên ku hatine desteserkirin, demildest serbest bêne berdan.

Duh, navenda wê Amed li 21 bajaran, polîsan bi ser gelek malan de girtin û zêdeyî 150 kesên di nav de siyasetmedar, rojnamevan, parêzer û hunermend jî hebûn, hatine desteser kirin. Piraniya wan saziyên medyayê 18 saziyên navnetewî, bi daxuyaniyeke hevbeş bal kişandin ser pêvajoya hilbijartinê û banga berdana kesên desteserkirî kirin.

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku berî hilbijartinan pêwîstî bi medyayeke azad û piralî heye.

Rêxistinan di daxuyaniyê de wiha gotin e:

“Divê zextên li ser berpirsên rêxistinên mafên mirov ên Tirkiyê, azadiya raderbirînê, azadiya medyayê, rojnamevanên Kurd, xebatkarên medyayê, saziyên medyayê, parêzerên ku wan diparêzin û berpirsên partiyên siyasî yên Kurd û tacîzên sîstematîk û kiryarên çavtirsandinê bên rawestandin, hevdîtina ligel parêzeran bê dabînkirin, hemû tohmetên tên kirin bên eşkerekirin û kesên desteserkirî bên berdan. Bi vê helkeftê em berî hilbijartinên 14’ê Gulana 2023’an pêwîstiya medyayeke azad û piralî dubare dikin. Sedema bi ser de girtina mal û ofîsên 128 kesan bi awayekî eşkere ne diyar e. Hatiye ragihandin ku derbarê 216 kesan de biryara desteserkirinê hatiye dayîn. Ji ber qedexeya hevdîtina parêzeran tohmetên ku têne kirin nayên zanîn.

Operasyon li dijî medyaya Kurd û muhalefeta siyasî gaveke din a zext û çavtirsandinê ye. Berê jî di Hezîrana 2022’an de li Diyarbekirê 20 rojnamevan hatibûn desteserkirin û 16 ji wan hatibûn girtin. Cotmeha 2022’an li Enqere, Stenbol, Wan, Amed, Riha, Mêrsîn û Mêrdînê 11 rojnamevan bi hinceta terorê hatibûn desteserkirin.

Em bang li berpirsan dikin demildest ligel rojnamevan, parêzer û aktîvîstên siyasî yên hatine desteserkirin rê bidin hevdîtina parêzeran û hemû hûrgiliyên tohmetên tên kirin bên eşkerekirin. Eger dema delîleke ku erka xwe bi xirabî bikar anîne neyê tespîtkirin, divê yekser bên berdan.”

Daxuyanî ji aliyê Hevpeymaniya Jin a Rojnamevaniyê (CFWIJ), Pen a Engilish, Navenda Azadiya Medya û Çapemeniyê ya Ewropa (ECPMF), Federasyona Rojnamevanên Ewropa (EFJ), Federasyona Rojnamevanên Navdewletî (IFJ), Saziya Medyayê ya Navdewletî (IPI), Komeleya Medya û Xebatên Hiqûqê (MLSA), Osservatorio Balcani Caucaso Transeuropa (OBCT), PEN Amerîka, PEN International, PEN Netherlands, PEN Norway, PEN Québec, Platforma Rojnamevanên Serbixwe, P24,San Miguel PEN, Scottish PEN, Organîzasyona Medya Başûrê Rojhilatê Ewropa (SEEMO) hatiye îmzekirin. (Rûdaw)

Serhat News

Li hemberî rojnameger, hunermend û parêzeran operasyon: Herî kêm 150 kes hatine desteserkirin
Tags: çapemenîoperasyonserhatnewsvan haber
ShareTweetSend
Previous Post

Miameleya îfadegirtina kesên duh hatibûn desteserkirin, li ewlekariyê destpê kir

Next Post

Polîsan bi ser malên xebatkarên ŞanoWanê de girtin

Edîtor

Edîtor

Next Post
HDP’ê biryar da ku li AYM’ê parastina devkî neke

Polîsan bi ser malên xebatkarên ŞanoWanê de girtin

Comments 2

  1. پینگباک: Di Roja Azadiya Çapemeniyê de rewşa Tirkiyeyê: Bi dehan rojnamevan girtîne - Serhat NEWS
  2. پینگباک: Doza rojnamevanên girtî dê îro bê dîtin - Serhat NEWS

وەڵامێک بنووسە هەڵوەشاندنەوەی وەڵام

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *

  • Çûna Nava
  • Reklam û Hevkarî
  • Ewlekarî Tektîk
  • Agahhesînî

Serhat News Tüm Hakları Saklıdır 2023©
Serhat NEWS

No Result
View All Result
  • TürkçeTürkçe
  • EnglishEnglish
  • Taybet
  • Aktûel
  • Aborî
  • Dîmen
  • Jîngeh
  • Çand û Huner

Serhat News Tüm Hakları Saklıdır 2023©
Serhat NEWS

Bu web sitesi çerezleri kullanır. Bu web sitesini kullanmaya devam ederek, çerezlerin kullanılmasına izin vermiş olursunuz. Gizlilik ve Çerez Politikamızı ziyaret edin.