Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê de polîsan bi ser ofîsên JinNews û Ajansa Mezopotamyayê (MA) girtin. Hat ragihandin ku di encama operasyonê de hejmarek zêde rojnamevan hatine desteserkirin.
Vê sibê polîsan di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê de li Wan, Amed, Enqere, Stenbol, Mêrdîn û Rihayê li hemberî JinNews û Ajansa Mezopotamyayê operasyonek lidar xist.
Di encama operasyonê de li Wanê nûçegîhanê MA’yê Hakan Yalçin, li Amedê nûçegîhanê MA’yê Selman Guzelyuz û nûçegîhanên JinNewsê Habîbe Eren û Derya Ren, li Stenbolê Gerînendeya Karê Nivîsî ya MA’yê Dîren Yurtsever, li Enqereyê nûçegîhana MA’yê Zemo Alagoz, li Mêrdînê nûçegîhana JinNewsê Oznur Deger û li Rihayê jî nûçegîhanê MA’yê Emrullah Acar hatin desteserkirin.
Derbarê desteserkirina rojnamevanan de heta niha tu daxuyaniyên fermî nehatine dayîn.
Serhat News
(lg)
Jêder: MA Kurdî