1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Li diji konsolosxaneya Tirkiyê ya Musulê êrîş

Li diji konsolosxaneya Tirkiyê ya Musulê êrîş

featured
ARŞÎV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Hat ragihandin ku li dijî konsolosxaneya Tirkiyê ya Musulê bi mûşekan êrîşek hatiye lidarxistin û 4 mûşek li avahiya konsolosxaneyê ketine.

Li gor nûçeya Rûdawê, Karguzarê Nûnertiya Daîmî yê Tirkiyê li Neteweyên Yekbûyî Oncu Keçeli got, dema ku Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî li New Yorkê bi rojeva êrîşa Zaxoyê diciviya, avahiya konsulxaneya Tirkiyeyê ya Mûsilê bi 4 mûşekan hatiye armancgirtin.

Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên jî derbarê mijarê de diyar kir ku ger agahî rast be ew ê derhekê bûyerê de lêkolîneke berfireh bikin”

Çavkaniyên herêmî ragihandin ku mûşek li derdora avahiya Konsulxaneyê ya li taxa El-Hedba ya bakurê rojhilatê Mûsilê ketine, avahî û wesayîtên derdorê jî zirar dîtine û di êrîşê de ti ziyanên canî çênebûne.

Piştî bûyerê li herêmê tedbîrên ewlehiyê yên berfireh hatin wergirtin.

Binkeya Başîkê jî bûye armanc

Herwiha hat ragihandin ku di heman demê de êriş bi ser binkeya serbazî ya Tirkiye li Başîkê hatiye kirin. Der barê êrîşê de agahiyên berfireh nehatin bidestxistin.

Binkeya Başîkê ku 12 kîlometre dikeve bakûrê Başîkê û di heman demê de weke “benkeya Zîlkanê” jî tê naskirin, di sala 2015’an de ji aliyê Hêzên Artêşa Tirkiyê ve hat avakirin da ku piştgiriya perwerdehiyê bide milîsên Sunnî.

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li diji konsolosxaneya Tirkiyê ya Musulê êrîş
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *