Li bajarê Dîlokê bavekî 4 zarok û hevjîna xwe kuştin û dawî li jiyana xwe anî.
Li navçeya navendî ya Mezmaxorê ya girêdayî bajarê Dîlokê kesekî bi navê Ahmet Demîr ji ber sedemeke ku heta niha nayê zanîn bi çekê 3 keç, kurek û hevjîna xwe kuştin û bi heman çekê gule berda xwe.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.
Her 6 kesan li cihê bûyerê can daye.
Hat diyarkirin ku pirsgirêkên derûnî yên Ahmet Demîr hebûne.
Serhat News
| Tepki verilmemiş
Tepki Ver