Li navçeya Şahinbey a Dîlokê di encama şerê çekdarî yê du malbatan de yek jê polîs 2 kes hatin kuştin.
Li gor agahiyan şevêdin, li navçeya Şahinbey a Dîlokê ve ji ber sedemeke ku nehatiye hînbûn, di navbera du malbatan de şereke bi çekdarî derket. nehatiye zanîn şerê bi çekan çêbûye û li ser agahdarkirinê tîmên tendirûstî û polîs çûne cihê bûyerê.
Li gor lêkolînê kesên bi navê Mehmet Ali Kuş ê 35 salî û Ali Çekiç yê 22 salî li cihê bûyerê canê xwe ji dest dane û 2 kes jî birîndar bûne. Her du kesên birîndar bo nexweşxaneyê hatine veguhestin.
Piştî bûyerê polîsên taybet li herêmê tedbîrên ewlekariyê wergirtine û hatiye zanîn ku yek kesê ku hatiye kuştin li Rêveberiya Emnî ya Şahinbeyê polîs bûye û wê demê ne li ser kar bûye. (Rûdaw)
Serhat News