Li Dîlokê di encama qezaya trafîkê de hat ragihandin ku herî kêm 15 kesî jiyana xwe ji dest daye û 10 kes jî birîndar bûne. Hat destnîşankirin ku di navbera kesên jiyan ji dest dane de 2 jî rojnamevan hene.
Li gor agahiyên hatine bidestxistin, li ser rêya di navbera Edene û Dîlokê de wesayîtek qelibî. Bo mudaxaleyê li qezayê bikin, ambulans û wesayîta agirkujiyê hatin cihê bûyerê. Di vê demê de otobusa rêwiyan li van wesayîtên parkkirî qelibî.
Walîyê Dîlokê Davut Gul, ku derbarê qezayê de agahî dan, got, “Li gor agahiyên destpêkê, 15 welatiyên me wefat kirine. Ji van 3 karmendên agirkujiyê ne, 2 xebatkarên tenduristiyê û 2 jî rojnamevan in.”
Serhat News
(lg)