Li Edeneyê du jin hatin qetilkirin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li navçeya Seyhanê ya Edenê welatiyekî ji Sûriyeyê hevjîna xwe û xesûya xwe kuştin.

Li gor agahiyan, li Taxa Bariş a Seyhanê, di navbera zilamê welatiyê Sûriyeyê yê bi navê M.O.D. û hevjîn û malbata hevjîna wî de ji ber sedemeke ne diyar nîqaş derketiye.

Di encama nîqaşê de M.O.D. bi kêrê li hevjîna xwe Îptahal Baba, xesûya xwe Înayet Hellah, xezûrê xwe Abdo Baba û bûrayê xwe yê kêmendam Yahya Baba daye. Li gor agahian her çar kes jî ji qirika xwe hatin birîndarkirin.

M.O.D. piştî bûyerê reviya û li ser agahdarkirinê tîmên tendirustiyê û polîs bo cihê bûyerê hatin şandin.

Înayet Hellah li cihê bûyerê canê xwe ji dest da û her 3 birîndarên din bo Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Bajêr a Edenê hatin veguhestin.

Lê Îptahal Baba tevî hemû mudaxaleyan jî nehate rizgarkirin û li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

Aliyê din dermankirina Abdo Babo û Yahya Babo jî di nexweşxaneyê de berdewam e. Hat zanîn ku rewşa her duyan jî giran e.

Hat ragihandin ku M.O.D. piştî bûyerê ji aliyê polîsan ve hat desteserkirin. (Rûdaw)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Edeneyê du jin hatin qetilkirin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *