Li Efrîqaya Başûr di encama êrîşa çekdarî de hat ragihandin 18 kesan jiyana xwe ji dest daye.
L i gor agahiyan di encama êrişa çekdarî ya li dijî cihekî şahiyan a li navçeya Soweto ya Johannesburgê ya Efrîqeya Başûr de 14 kes hatin qetilkirin. Rayedarên polîsan daxuyandin ku 9 kesên birîndar jî rakirine nexweşxaneyê.
Lêpirsin hat destpêkirin
Hat diyarkirin ku derheqê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin lê heta niha kesek nehatiye binçavkirin.
Aliyê din, li bajarê Pietermaritzburg a li rojhilatê welêt di 9’ê Tîrmehê de li dijî barekî êrîşek bi çekan rû daye û dı encamê de 4 kes hatin kuştin û 8 kes jî birîndar bûn.
Serhat News
(lg)