Li navçeya Gole ya Erdexanê tevî ku li seranserî welat pileya germê gihiştgiye 40 pileyan, teyrok barî.
Li navçeya Gole ya Erdexanê teyrok û baran bariyan û hinek cih bi teyrokê spî bûn. Her wiha ji ber baranê cade û kolanên navçeyê jî di bin avê de man.
Di meha Tîrmehê de li piraniya bajarên Tirkiyê germahiyeke zêde heye û meteorolojiyê hişyarî daye ku dê hefteya bê pileya germê zêdetir bibe.
Tevî ku meteorolojiyê hişyariya germahiya daye jî li çend navçeyên Erdexanê demsal hîn zivistan e û dem bi dem baran û teyrok dibare.
Serhat News
| Tepki verilmemiş
Tepki Ver