Trend Nûçe

Li Rihayê di encama êrîşekê de cerdevanek hate kuştin
Aktûel

Li Rihayê di encama êrîşekê de cerdevanek hate kuştin

25 ئایار 2023
0

Li navçeya Wêranşarê ya Rihayê di encama êrîşeke çekdarî de cerdevanek hate kuştin. Li gor agahiyan li Kolana Mîmar Sînan...

Read more
‘Biheşta Çivîkan’ bi bermahiyên kimyevî tê qetilkirin: Ev wehşeteke mezin e

‘Biheşta Çivîkan’ bi bermahiyên kimyevî tê qetilkirin: Ev wehşeteke mezin e

27 ئایار 2023
Dolar rekorek din şikand

Nirxê dolar li hemberî lîreyê Tirk her ku diçe zêdetir dibe

31 ئایار 2023
Rejîma Îranê 8 welatî darvekirin

Rejîma Îranê 8 welatî darvekirin

25 ئایار 2023
Li Sêrtê di encama şerê çekdarî de kesek hate kuştin

Li Sêrtê di encama şerê çekdarî de kesek hate kuştin

29 ئایار 2023
چوار شه‌ممه‌, ئایار 31, 2023
  • TürkçeTürkçe
  • EnglishEnglish
  • Çûna Nava
  • Reklam û Hevkarî
  • Ewlekarî Tektîk
  • Agahhesînî
Serhat NEWS
  • Taybet
  • Aktûel
  • Aborî
  • Dîmen
  • Jîngeh
  • Çand û Huner
No Result
View All Result
  • Taybet
  • Aktûel
  • Aborî
  • Dîmen
  • Jîngeh
  • Çand û Huner
No Result
View All Result
Serhat NEWS
No Result
View All Result

Destpêk » Li Erdîşê ajalên kolanan tên kuştin

Li Erdîşê ajalên kolanan tên kuştin

Arif AslanbyArif Aslan
27/12/2021
in Taybet
A A
0
Li Erdîşê ajalên kolanan tên kuştin
Li ser Facebook'ê Parve BikeLi ser Twitter'ê Parve BikeLi ser Whatsapp'ê Parve Bike

Nûçeya Taybet – Li qada bermahîya bajarokê Erdîşa Wanê ku ji navendê 15 kîlometran dûr e, termên dehan heywanên ku hatine kuştin hatin dîtin. Kesên ku li wê derê bermahîyên kaxez kom dikin, gotin ku termên heywanan ji alîyê wesayîtên Şaredariya Erdîşê ve tînin.

Li qada bermahîyên bajêrokê Erdîşê ku li ser rêya Adilcewaza Bedlîsê, dehan kuçîkên ku piranî wan têjikên kuçîkane hatin dîtin. Li ser leşê wan çî şopên tundîyê an jî bîrin nehatin dîtin û ev jî gumana jahrîkirina wan xurt dike. Kesên ku li wê derê bermahîyên kaxezan kom dikirin û nexwasin navê xwe eşkere bikin gotin ku tim ji alîyê wesayîtên bermahî komkirinê yên Şaredarîya Erdîşê ve heywanên kuştî tînin li vê derê.

Serokê Komala Xweza û Hawirdorê yê Sûphanê Esat Savcî, dida zanîn ku ev rewş pêkanîneke dijmirovahî ye û bertek nîşanî vê rewşê da.

“Şaredariyê digot ku heywanên bêxwedî wan birine stargehê. Lê derket holê ku ji vê derê re dibêjin sitargeh! Tişta ku li vir qewimî bi rastî jî wêneyekî metirsîye. Her der tijî termên kûçikane. Ez ji vir bang li rayedaran dikim, ‘Divê di zûtirîn demê de dawî li vê hovitiyê bê anîn, şert û mercên jiyanê yên guncav ji bo sewalan were afirandin. Divê ew werin derman kirin û bo demên kurt di sitargehan de werin parastin. Bi vî awayî kuştin û jahrîkirina wan komkujî ye.” Savcî got.

Çalik: Divê berpirsyar werin ceza kirin

Parêzvanê mafên sewalan û aktîvîstê hawirdorê Guven Çalik, diyar kir ku di demên dawîn de der barê kuştina heywanên bêxwedî de raporên cidî digihîn destê wan û got ku dema em li qanûnan dinêrin, derheqê parastina heywanan de qanûnên pêkenok hene. Çalik bag li dozgeran kir û got ku eger hun samîmî bin, divê dîmenên li bermahîya bajêrokê Ercîşê we bixê nava devgerê û berpirsyarên vê qetlîamê ceza bike.

‘Termê kuçîkan bi kepçan tên veşartin’

Ahmetê ku nexwast paşnavê xwe eşkere biki got ku gelek kûçik bi saxî û mirî tînin vir û dema kûçikên kuştî tînin, bi kepçeyan wan bin ax dikin.

Karmendê Şaredariyê: Niha xebata me ya jahrî kirina kuçîkan tine

Li ser vê rewşê me bi rêya telefonê xwe gihande rêvebirîya şaredarîyê û Tarik Hakan got ku îdiaya ku şaredarî heywanên bêxwedî qetil kiriye red kir.

“Şaredarî me ne xwedî sitargeha sewalên kolanan e. Piştî komkirina sewalan em wan dibin bajarê mezin. Piştî ku ew tên berhev kirin tên xesandin û dîsa berdidin hawirdorê. Xebata me ya jahrî kirina hewanên kolanan tine.” Hakan anî ziman.

Heman Şaredarî di demên borî ji bi sîyanûrê jahrî kirina ajalan hatibû rojevê

Di sala 2013’an de Şaredariya Erdîşê ya di bin desthilatdariya AKP’ê de ye, ji ber bi sîanûrê sewalên bêxwedî qetil kir, ket rojevê. Midûrê Emniyeta Şaredariya Erdîşê Ferhat Çîftçî yê ku em pê re li ser mijarê axivîn, diyar kir ku di salên borî de wan sewal stûz kirine û ji ber vê rewşê navçeyên derdorê berpirsyar dibînin. Çîftçî got, “Navçeyên derdorê yên weke Muradiye, Adilcewaz û Patnosê kûçikên bêxwedî tînin navçeya me. Em kûçikan jî derdixin û vedigerînin navçeyan.” û bal kişand ser parastina xwe. Çîftçî, diyar kir ku ew îdiayên ku sîanûr ji bo ‘hilweşandina’ kûçikan tê bikaranîn qebûl nakin û diyar kir ku wan cureya tiryakê ya bi navê “alfazyne” bi kar anîne û kûçikan di xew de dihêlin û li herêmeke çolter hiştine.

Qanûnên Mafên Heywanan Çi Dibêjin?

Qanûna Parastina Heywanan jimare 5199, “Ji bo dabînkirina jiyana rehet a ajalan û muameleya baş û guncav, parastina heywanan ji êş, azar û îşkenceyê bi awayê herî baş, pêşîgirtina li her cure mexdûran û parastina heywanan. û ji bo misogerkirina vê rewşê stargeh peyda bikin.” Di heman demê de di 9’ê Tîrmeha 2021’an de Zagona Guhertina Qanûna Înfazê û hin Zagonan û “Qanûna Parastina Heywanan” ku ji aliyê Meclisa Mezin a Tirkiyeyê ve bi hevkariya rêxistinên dilxwaz ji bo parastina kesên bêxwedî hat qebûlkirin. û sewalên qels bûne, hat erêkirin ku ew dikarin malên hemşîreyan ava bikin û lênerîn û dermankirina wan peyda bikin û nexweşxaneyek heywanan vekin. Heywanên ku niha di cewherê nebaşiyê de ne; îşkence, muameleya hovane û hovane, destdirêjiya seksî û tecawiza ajalan krîmînalîze kirin. Tevî qanûnên têkildar jî mirina ajalên bêxwedî yên ku tê îdiakirin ji aliyê Şaredariya Erdîşê ve hatiye kirin dê bibe mijara nîqaşeke nû.

Nûçeya Taybet: İdrîs Yilmaz

Werger: (A-A)

Tags: erdişkuçikserhatnewskurdî
ShareTweetSend
Previous Post

DBP: Girtiyên nexweş terkî mirinê dikin

Next Post

Li Wanê 17 kes hatin girtin

Arif Aslan

Arif Aslan

Next Post
Van’da 17 kişi tutuklandı

Li Wanê 17 kes hatin girtin

وەڵامێک بنووسە هەڵوەشاندنەوەی وەڵام

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *

  • Çûna Nava
  • Reklam û Hevkarî
  • Ewlekarî Tektîk
  • Agahhesînî

Serhat News Tüm Hakları Saklıdır 2023©
Serhat NEWS

No Result
View All Result
  • TürkçeTürkçe
  • EnglishEnglish
  • Taybet
  • Aktûel
  • Aborî
  • Dîmen
  • Jîngeh
  • Çand û Huner

Serhat News Tüm Hakları Saklıdır 2023©
Serhat NEWS

Bu web sitesi çerezleri kullanır. Bu web sitesini kullanmaya devam ederek, çerezlerin kullanılmasına izin vermiş olursunuz. Gizlilik ve Çerez Politikamızı ziyaret edin.