Li gelek bajaran operasyon: hejmarek zêde kes hatin desteserkirin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Di encama operasyona ku tê payîn navenda wê Amede de, li gelek bajaran bi ser gelek malan de hate girtin. Di lêgerînên malan de polîsan dest danîn ser hinek pirtûk û materyalên dijîtal. Di endama serdegirtinên malan de edîtorê ajansa Mezopotamyayê Adurrahman Gok, nûçegihanê ajansê Ahmet Kanbal, Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Yenî Yaşamê Osman Akin, Xwediyê Îmtiyazê yê Rojnameya Xwebûnê Kadrî Esen, Hevseroka Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Amedê Halîse Dakali, parêzer Ozum Vurgun, Bunyamin Şeker, Berdan Acun, Pîrozhan Karali, şêwirmenda çapemeniyê yê Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Saliha Aydenîz a bi navê Sezen Mercan, Ji Şanoya Bajar a Amedê Yavuz Akkuzu, Ozcan Ateş û Elvan Koçer Yildirim û gelek siyasetmedar hatin desteserkirin.

Xwediyê Îmtiyazê yê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Ferhat Çelîk ji ber ku li navnîşana ku polîsan bi ser de girtin nebû, nehat desteserkirin. Lêgerîna li gelek navnîşanan didome. 

Cîgirê Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Tayîp Temel li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal bertek nîşan da û wiha got: “Di erefeya hilbijartinê de îktîdarê ji ber tirsa windakirinê, dîsa serî li operasyonên binçavkirinê da. Di nav de endamên MYK’a partiya me, cîgirên hevserokan, rojnameger, hunermend û parêzer jî, bi dehan hevalên me li Amedê hatin …

Hûn dê nekarin xwe ji têkçûnê xelas bikin!” (MA)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li gelek bajaran operasyon: hejmarek zêde kes hatin desteserkirin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *