Li navçeya Geverê ya Colemêrgê ji heman malbatê 6 kes bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” hatin desteserkirin.
Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, li gundê Zêvkanê ya bi ser Navçeya Gever a Colemêrgê hêzên ewlekariyê bi ser malan de girtin û ji heman malbatê 6 kes desteser kirin.
Navên kesên hatine desteserkirin wiha ne: Kemal, Nîhat, Şivan, Murat, Halit û Şukru Polat.
Hat ragihandin ku kesên desteserkirî bo lêbirsînê ji Fermandariya Cendirmeyan a Geverê re hatine veguhestin.
Serhat News
(lg)
| Tepki verilmemiş
Tepki Ver