Li Geverê piştî Newrozê polîsan mudaxale kir: Gelek kes hatin desteserkirin

featured
Gever
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li navçeya Geverê welatiyan tevî barîna baranê jî qada Newrozê tuje kir û bi coşek mezin Newroz pîroz kir. Piştî pîrozbahiyê di dema belavbûna gel de polîsan mudaxale li girseyê kir û di encamê de hejmarek zêde welatî hatin desteserkirin.

Tevî hewayê sar û baranê jî li navçeya Gever a Colemêrgê Newroz bi coşeke mezin hat pîrozkirin. Newroz bi durişmeya “Her der Newroz, her dem azadî” tê li Stadyuma Yenîşehîrê hate lidarxistin.

Bi hezaran kesên cil û bergên kurdî li xwe kirin, bi flamayên rengên kesk, sor û zer meşiyan. Bernameya Newrozê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.

He wiha kesên di erdhejên Mereşê de jiyana xwe ji dest dayîn jî nehatin jibîrkirin. Girseyê gelek caran dirûşmên “Erdogan îstîfa bike” û “Hikûmet îstîfa bike” berz kirin. Di axaftinên hatine kirin de jî ji bo piştevaniya bi mexdûrên erdhejê re peyam hatin şandin.

Li Geverê piştî Newrozê polîsan mudaxale kir: Gelek kes hatin desteserkirin - Li Gevere pisti Newroze polisan mudaxale kir Gelek kes hatin desteserkirin 4

‘Em ê hesabê bipirsin’

Parlamenterê HDP’ê yê Colemêrgê Saît Dede ji ewil qurbaniyên erdhejê bi bîr anî û wiha got: “Em ê hesabê bipirsin. Li pêşiya me hilbijartinên girîng hene û xelkê Geverê dê bersiva pêwîst bide van. Bi sala ye bi zilm, şer, xizaniyê vî welatî birêve dibin. Em ê tecrîdê têk bibin. Em ê tecrîda li ser birê Ocalan bi dawî bikin. Weke gelên Tirkiyeyê em baş dizanin ku muxatabê pirsgirêka birêz Ocalan e. Dema ku deriyên Îmraliyê vekirî tu pirsgirêk çênebûn. Divê tavilê bi birêz Ocalan re hevdîtinan bikin.”

Li Geverê piştî Newrozê polîsan mudaxale kir: Gelek kes hatin desteserkirin - Li Gevere pisti Newroze polisan mudaxale kir Gelek kes hatin desteserkirin 1

 Rewşa Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan

Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş jî di Newrozê de axaftinek kir û wiha got, “Her kurdek li dijî Dehaqan weke Kawayê Hesinkar li ber xwe dide. Bi girankirina tecrîda girankirî ya li ser birêz Ocalan re hewl didin îradeya gelê kurd bikin hedef. Lê belê gelê kurd dê xwedî li îradeya xwe derkeve. Em ê li dijî tecrîdê têbikoşin. Tecrîd ne tenê bi Girava Îmraliyê re bisînor e lê li tevahiya qadan belav bûye.”

Li Geverê piştî Newrozê polîsan mudaxale kir: Gelek kes hatin desteserkirin - Li Gevere pisti Newroze polisan mudaxale kir Gelek kes hatin desteserkirin 2 1

 ‘Em ê teqez biserkevin’

Bi domdarî Beştaş bal kişand ser hilbijartinên 14’ê gulanê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em ê hesabê ji hikûmetê bipirsin. Ew îstîfa nakin lê hûn dê wan ji wir bînin xwarê. Em bi hemû hêza xwe ji bo hilbijartinan amadekariyan dikin. Di vê hilbijartinê de mohra herî mezin dê HDP lê bide. HDP, di hilbijartinê de diyarker e û em çawa bixwazin dê wisa tevbigerin. Em ê wê nifteyê, ji bo rojên azad û rojên ku bêyî tecrîd biafirînin. Me li ber xwe da û xwe gihand van rojan û dê ev berxwedan bidome. Em ê teqez bi ser kevin. Ji me tenê yek kes jî bimîne dê îradeya xwe temsîl bikin.”  

Ciwanan bi sakoyên xwe agirê Newrozê gur kirin

Piştî axaftina Beştaş jî endamên Meclisa Dayikên Aştiyê agirê Newrozê vêxistin. Ji ber baranê agirê vêneket û li ser vê yekê ciwanan sakoyên xwe avêtin nava agirê û agirê Newrozê gur kirin.  

Piştre jî Koma Hîwron derket ser dikê û starnên xwe pêşkeş kir.

Li Geverê piştî Newrozê polîsan mudaxale kir: Gelek kes hatin desteserkirin - Li Gevere pisti Newroze polisan mudaxale kir Gelek kes hatin desteserkirin 5

Di dawiya bernameyê de dema ku welatî bi berzkirina dirûşmeyan belav dibûn polîsan bi tomayan mudaxale kir û gelek kes hatin desteserkirin.

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Geverê piştî Newrozê polîsan mudaxale kir: Gelek kes hatin desteserkirin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *